HDK: Operasyonên qirkirina siyasî me bêzar nakin
- 12:49 10 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - HDK'ê ku xwest rojnameger û siyastemedarên hatin binçavkirin bên berdan û got, "Li dijî kesên ku wekî îktîdara AKP- MHP'ê navfirin neçîra pîrebokan a bê rawestan hatiye destpêkirin. Lê wê ev oprasyonên qirkirina siyasî me bêzar nekin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , bi daxuyaniyekê binçavkirina kesên ku duh di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû de hatin binçavkirin şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew her roj bi binçavkirin û gitinan çavê xwe li rojê vedikin û wiha hat gotin: "Hemû hêzên ku li dijî îktîdarê muxalif in dibin zext û dorpêçê de ne. Li dijî kesên ku bûhabûnê qebûl nakin şert û mercên mirovî yên kar dixwazin, kesên ku li xweza û qadên xwe yên jiyanê xwedî derdikevin îkdîdarê li dijî wan dijminantî daye destpêkirin û îktîdarê dest bi neçîra pîrebokan a bê rawestan kiriye.
Tenê di 3 rojên dawî nde ji 330 kesî zêdetir ku berxwedana demokratîk dimeşandin yên siyasetmedar û STK'yî hatin binçavkirin. Armanca wan diyar e; bi vê helwesta xwe dixwazin kesên muxalîf ên demokrasîxwaz û sosyalîst bêzar bikin û krîza aborî ji rojevê derxînin. Lê operasyonên ku tên kirin ew ê me bêzar nekirin. Em oprasyonên ku hatin kirin şermezar dikin û dibêjin bila hêzên aştîxwaz û demokrasîxwaz hêza xwe bikin ye."