'Em dev ji têkoşîna azadiyê bernadin'
- 11:03 10 Cotmeh 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî mîtînga derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn gotin:"Em dev ji têkoşîna azadiyê bernadin. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê li berxwe bidin."
Jinên ku beşdarî mîtînga derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn gotin:"Ji ber ku Reber Apo bi fikirên xwe aştî belav dikir loma hêzên navneteweyî yên ku her dem daxwaza berdewamiya şer dikin komplo pêk anîn."
Xedîce Îbrahîm got:"Ji ber ku Rêber Apo ji bo azadiya gelen bindest têdikoşiya komplo li dijî wî pek anîn. Di çarçoveya planên qirêj de hêzên navneteweyî ev komplo pêk anîn. Lê ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her li qadan bin û li dijî planên qirêj li ber xwe bidin."
'Em ê wekî jin li berxwe bidin û pergala Îmraliyê parçe bikin'
Ezîze Şêx Hesen diyar kir ku ew ê li dijî faşîzmê her têbikoşin û wiha got:"Em ê wekî jin li berxwe bidin û pergala Îmraliyê parçe bikin. Em hêviya xwe winda nakin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî komplogeran her bidomînin. Çi dibe bila bibe em bejna xwe natewînin."
'Em ê Rêber Apo û Efrînê rizgar bikin'
Emîne Osman got:"Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo aştî û azadiya cîhanê gelek girîng in. Wî her dem ji bo wekheviya gelan li berxwe da. Em ê Rêber Apo û Efrînê rizgar bikin."
Her wiha Medîne Muhemed jî got ku tu kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û ew ê her ji bo azadî û aştiyê li qadan bin.
'Xwestin di şexsê Rêber Apo de hemû gelan dîl bigire'
Rêzgan Hemo komplo şermezar kir û got:"Xwestin di şexsê Rêber Apo de hemû gelan dîl bigire. Lê ew negihaştin armanca xwe û ew e negihêjin armanca xwe. Em ê wekî jinên ciwan her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin."
'Em ê Rêberê xwe rizgar bikin'
Her wiha Jina bi navê Zîlan Resulo jî komploya 9'ê cotmehê şermezar kir û wiha got:" Em wek jinên ciwan, xwendekar em ê canê xwe ji bo Rêber Apo feda bikin ji ber ku Rêber Apo ji bo jinê azad bike tekoşînek bê hempa da meşandin. Bi salan li hember dewletên desithiledar tekoşiya, em jî îro wek jinên ciwan li vê mîtîngê ne û dibêjin ku çi ji bo Rêber Apo were xwestin em ê bikin. Em ê Rêberê xwe rizgar bikin. "
'Em ê nehêlin xeyalên dagirkeran pêk bê'
Ji aliyê din ve jî Dilav Ebid El Henan jî wiha got:" Armanca Dewletên Navnetewî ya girtina Rêber Apo ji bo şikandina îradeya Gelê kurd û bi taybetî ya ciwanan bû, lê belê îro bi hezaran kes li vir kom bûye û bi azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em ê nehêlin xeyalên dagirkeran pêk bê. Em ê her ji bo azadiya Rêberê xwe di nava têkoşînê de bin."