'Ew ê nikaribin hêviya me bi dawî bikin'
- 10:27 10 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Hevala Erol Ekici, Munevver Berk ê ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, got:"Zinhiyeta ku li dijî bîranînan tehemmul nake, gelo ne sûcdar e? Me 103 canê xwe winda kir, me navê wan li zarokên xwe kir. Ew ê nikaribin hêviya me bi dawî bikin."
Di komkujiya Enqereyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û ji 500 kesî zêdetir kes jî birîndar bûbûn. Munevver Berk a ku hevalê xwe yê bi navê Erol Ekici di komkujiyê de winda kir tiştên ku hat jiyîn rave kir.
Munevverê got:"Wê rojê yên ku jiyana xwe winda nekiribûn jî ne bextewar bûn. Ew rojek gelek dijwar bû. Wê rojê mirovatî û aştî hatibû windakirin. Min tenê ne hevalê xwe yê mêr min gelek rêhevalê xwe winda kiribû. Min 6 mehên yekem ên piştî komkujiyê piştgiriya derûnî dît. Min xwe di nava çar dîwaran de vedişart. Ez pir di bin bandora wê rojê de mabûm. Em tenê hatin hiştin."
'Kujer hatin parastin'
Munevverê wiha domand:"Gelek malbaten ku di warê aboriyê de tengezarî dikişandin hebûn. Ew jî tenê hatin hiştin û kujer hatin parastin. Dadgeh li gor xwesteka me nehat bi encamkirin. Gelek tetîkkêş nehatin girtin. Yên sûcdar serokkomar, walî û mudurên emniyetê ne. "
'Ew ê nikaribin hêviya me bi dawî bikin'
Munevverê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Mîrasên ku 103 kesî ji me re hiştine em e bidomînin. Zinhiyeta ku li dijî bîranînan tehemmul nake, gelo ne sûcdar e? Me 103 canê xwe winda kir, me navê wan li zarokên xwe kir. Ew ê nikaribin hêviya me bi dawî bikin."