Li Şehbayê komplo hat şermezarkirin

  • 09:45 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi hezaran welatiyên Efrînê bi çalakiyekê komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî, şermezar kirin.
 
Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi armanca şermezarkirina komploya 9‘ê Cotmenê ya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Ehdasê kom bûn.
 
Di çalakiya şermezarkirinê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Azadiya Ocalan mîsogeriya avakirina netewa demokratîk e, Efrîn serî natewîne, tu kes nikare roja me tarî bike" hat hilgirtin û dirûşma "Bê Serok jiyan Nabe" hat berzkirin.
 
Çalakî bi bîranîna berxwedêran dest pê kir. Paşê jî qeyda deng a nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê şoreşên gel hate pêşkêşkirin.
 
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif axivî û got, komplo îradeya gel dike hedef, da ku neghêjin armanca xwe ya jiyaneke azad û bi rumet.
 
Seyid, her wiha got: " 20 sal in li ser komplo de derbas bû, lê bi têkoşîna gel û xwîna şehîdan ti encam negirt.
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêman jî got: "32 dewlet beşdarî komployê bûn, da ku projeya Netewa Demokratîk asteng bike, li ser vê yekê Rêber Apo girtin, wan dewletan nedizanî ku girtina rêbertî wê berxwedana gel mezin bike û em ê ji komployên wan re serî natewînin."
 
Hêvî Silman got şoreşa Rojava şoreşa jin e û ev tişt anî ziman: "Wekî Rêber Apo dibêje, divê hemû jin beşdarî şoreşê bibin, ji ber ku ev şoreş ya jinê ye, her wiha divê girîngiya vê şoreşê nas bikin û ji bo azadiya rêber Apo têkoşînê mezin bikin."
 
Di çalakiyê de, bavê berxwedêr Ezîz Ereb, Hesen Şêx Hesen axivî û bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku hevgirtina xwe ya li ser bingehê netewa demokratîk xurt bikin û ev tişt anî ziman: "Rêber Apo, rêberê gelan e, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rizgarkirina gelên bindest tê dikoşe."
 
Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.