'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin'
- 09:41 10 Cotmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Navçeya Şêrewa yên ku beşdarî meşa derbarê 9'ê Cotmehê de hat kirin bûn diyar kirin ku ew ê her di nava çalakiya de bin û gotin:"Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin."
Derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi pêşengiya Kongreya Star li Şêrewayê meş hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Em ê tu carî dev ji fikir û felsefeya Rêberê xwe bernedin. Bila Erdogan baş bizanibe ku em hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêberê xwe ya azad digirin. Ew ê nikaribe me ji Rêberê me qut bike."
Jina bi navê Leyla Feyo wiha got:"Ev 20 sal in Rêberê me dîl hatiye girtin. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê her dem di nava çalakiya de bin. Ji bo aramî û pêşketina hemû Rojhilata Navîn divê Rêberê me azad bibe. Divê Rêxistinên Navneteweyî jî erka xwe bi cih bînin û dawî li bêdengiya xwe bînin."
'Heta ku Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin'
Nazliye Hesen da zanîn ku ew dev ji têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin û wiha got:"Em ê her li dijî desthilatdarî û dagirkeriya dewleta tirk têbikoşin û heta ku Rêberê me azad bibe em ê li qadan bin. Em serî li ber dijmin natewîne."
'Em ê kêlî bi kêlî çalakiyên xwe li dar bixin'
Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatmê Lekto got:"Bi girtina Rêberê me aloziya Rojhilata Navîn çareser nabe. Ji bo çareseriyê divê Rêber Apo azad bibe. Bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo dixwazin şer kûrtir bibe. Lê em ê her ji bo aştiya gelan li berxwe bidin. Em ê heta dawî kêlî bi kêlî çalakiyên xwe li dar bixin û bejna xwe netewînin."
'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin'
Jina bi navê Bêrîvan Şêxo wiha got:"Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê tu carî dev ji fikir û felsefeya Rêberê xwe bernedin. Bila Erdogan baş bizanibe ku em hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêberê xwe ya azad digirin. Ew ê nikaribe me ji Rêberê me qut bike."