9'ê Cotmehê li Kobanê hat şermezarkirin
- 09:10 10 Cotmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ - Gelê Kobanê bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana serdemê em ê Rêber Apo azad bikin' mitîngek li dar xistin.
Bi hezaran gelê Kantona Kobanê û navçeyên wê li Qada Şehîd Egîd ji bo komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana serdemê em ê Rêber Apo azad bikin' mitîngek li dar xistin. Di mîtîngê de pankarta "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" hat hilgirtin.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin. Paşê endama Rêveberiya Kongreya Star Sara Xelîl axivî û wiha got:" Azadiya Rêber Apo azadiya hemû cîhanê ye. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe heta dawî têbikoşin."
Her wiha Fatima Seydo jî helbestek di derbarê 9`ê Cotmehê de xwend û şanoya bi navê 'Jiyan' hat lîstin.
Mîtîng bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe bi dawî bû".