Li girtîgeha Tarsusê binpêkirin zêde bûn: Cezayên hucreyê zêde bûn

  • 09:06 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
EDENE - Girtiya bi navê Dilbirîn a li Girtîgeha Jinan a Tarsusê ev 2 sale girtiye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot û got di her îtîraza wan de rastî zext û cezayên hucreyê tên.
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe giran dibe. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Jinan a Tarsusê ye. Girtiya bi navê Dilbirîn bi nameyekê binpêkirinên mafan vegot û da zanîn ku ferzkirina jimartina li ser piyan, cezayê hucreyê, cezayên odeya sungerê pêk tên.
 
Dilbirînê destnîşan kir ku nameyên girtiyan ên ku şîdet û zextan tê de vedibêjin jî ji aliyê rêveberiyê ve bi hinceta ‘bi guman e’ tên desteserkirin.
 
‘Şerdên girtîgehê ji bo zarokan pir giran in’
 
Dilbirînê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Girtîgeha Tarsusê ya Jinan veguheriye ‘girtîgeha zarokan’ û ev tişt anî ziman: “Bi dehan zarok li vir bi dayikên xwe re dimînin. Di koguşa ez dimînim de 2 zarok hene. Ayşe 2 salî û Ronya jî 1 salî ye. Bi rastî jî rewşa wan zehmet e. Di hewaya germ de bedena Ronyayê ji ber kelmêşan hemû bûn birîn. Bedena her du zarokan ji ber kelmêşan bûn birîn. Şerdên girtîgehê ji bo wan pir zehmet in. Ev me xemgîn dike. Ayşe êdî dixwaze derkeve derve. Hewce bi pêlîstok û parkan dibîne. Dema ev daxwaz jî pêk nayên digirîn. Niha 4 odeyên me hene û li her odeyê zarok hene. Niha Ronya (1), Ayşe (2), Çinar (4), Dersîm û Lîloz bi giştî 5 zarok hene.”
 
‘Mafê hevdîtinê tune ye, xwarin nayên xwarin’
 
Dilbirînê bi lêv kir ku hevdîtina wan a bi OHAL’ê re ji saetekê daketiye nîv saetê, piştî OHAL hatiye rakirin bi giştî ji destê wan hatiye girtin û wiha pê de çû: “Xwarin gelek xerab in. Girtiyên ku nikarin goşt bixwin hene. Ev girtî divê proteînan bigirin lê mixabin nagirin û ji ber vê yekê nexweş dikevin.”
 
Cezayên hucreyê zêde bûn
 
Dilbirînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gelek hevalên wan sewqî girtîgehên din hatine kirin û rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî cezayên dîsîplînê didin û ev tişt anî ziman: “ Dayikek û zaroka wê rastî lêgerîna tazî hatin. Dayikê di 3’ê Adarê de di hevdîtina telefonê de cilên xwe derxist û ev bûyer protesto kir. Piştî protestoyê ev jin birin odeya sungerê û 9 rojan li wir man. Piştî wir jî 2 rojan di hucreyê de ma. Gelek girtî rastî heman pêkanînan tên. Cezayên hucreyê pir zêde bûne. Gelek hevalên me yên jimartina li ser piyan qebûl nakin rastî cezayên hucreyê yên du rojan tên. Ev ceza dan min jî. Gelek zehmet bû. Min ne xwarin xwar û ne jî ji germa ez razam. Ava germ nedan ku ez çayekê vexwim. Gotin cezayê te yê hucreyê heye.”