Têkoşîna aboriyê ya jinên Şehbayê

  • 09:04 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û ji bo debara jiyana xwe bikin têkoşîna aboriyê didin gotin:"Em bejna xwe li dijî dagirkeran natewînin û ji bo aboriya xwe geş bikin em têdikoşin."
 
Jinên Herêma Efrînê yên ku li Navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne û ji bo debara jiyana xwe bikin têkoşîna aboriyê didin û gotin:"Tu hêz nikare îradeya me têk bibe. Me heta niha li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li berxwe dan û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em di heman demê de têkoşîna aboriyê didin da ku pêdiya me ji tu kesî nemîne û em li ser lingên xwe bimînin."
 
Jina bi navê Eyşê Bekir a 40 salî ku dayika 4 zarokan û ji  gundê Çeqela ya girêdayî Navçeyê Şiyê ye got:"Dema ku dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê êrîşî gundê me kir em tevî zarokên xwe çûn di şikeftan de man. Gelek zarok bûn qurbanê top û çekên dewleta tirk. Di 16'ê meha Çileyê de em ji Efrînê derketin, ew roj weke xeyalan li ber çavên me derbas dibûn. Bi sed hezaran kes li kolanên Efrînê bûn û nedizanîn wê bi ku de biçin. Di dawiyê de me berê xwe da Kantona Şehbayê ji ber ku nêzî Efrînê bû. Li Şehbayê ji ber ku derfet kêm in, hemû pêdiviyên me pêk nayên, ji bo em aboriya xwe xurt bikin û debara malbata xwe bikin me dikanek biçûk vekir. Niha em ji bo li ser lingên xwe bisekinin em têdikoşin. Em naxwazin destên xwe li ber tu kesî vekin. Em hêviya xwe ya vegerandina Efrînê jî tu carî winda nakin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê rojekê vegerin Efrînê."
 
'Em bejna xwe li dijî dagirkeran natewînin'
 
Jina bi navê Hindirîn Mustefa ya ji Navçeya Şerayê ye û dayika 4 zarokan e got:"Erdogan dilê gelek dayikî şewitand. Em tu carî vê yekê ji bîr nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dema ku em li Şehbayê bi cih bûn em 5,6 malbat bi hev re di bin şerdên dijwar de dijiyan. Niha em tevî şerdên dijwar têkoşîna debara xwe dikin da ku dest li ber tu kesî veneke. Em bejna xwe li dijî dagirkeran natewînin û ji bo aboriya xwe geş bikin em têdikoşin. Tu hêz nikare îradeya me têk bibe. Me heta niha li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li berxwe dan û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em di heman demê de têkoşîna aboriyê didin da ku pêdiviya me ji tu kesî nemîne û em li ser lingên xwe bimînin."