Jinên Ereb: Nirxên mirovahiyê tên tecrîdkirin'

  • 09:02 10 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
QAMIŞLO - Jinên Ereb ên Meclîsa Jinê ya PYD'ê  di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Tu kes nikare raman û vîna azad tecrîd bike. Ne tenê Rêber Apo di heman demê de nirxên mirovahiyê jî tên tecrîdkirin."
 
Jinên Ereb ên Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Navçeya Girkê Lega Dêrikê ya Kantona Qamişloyê di derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku Abdullah Ocalan xwedî fikrên azad û demokratîk in û gotin:"Yên ku tecrîda giran pêk tînin di heman demê de li dijî demokrasiyê tev digerin. Divê ev bêhiqûqî û tevgera şaş bi dawî bibe. Pêdivî ji demokrasiyê heye."
 
'Divê demokrasî neyê tecrîdkirin'
 
Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Sefaa Al Hemîd a ji pêkhateyên Ereb got:"Dema ku em li dîroka dewleta tirk dinêrin her cure komkujî heye. Her dem gelê din di bin zilmê de hatiye hiştin. Loma dewleta tirk naxwaza aştî çê bibe. Dewleta faşîst a tirk dixwaze hemû gelên Rojhilata Navîn ji fikrên Rêber Apo dûr bixe û her dem şerekî taybet dimeşîne. Em ê li dijî vê faşîzmê her li berxwe bidin. Rêber Apo rûmeta me ye û em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Dewleta tirk bi vê helwestê demokrasiyê jî tecrîd dike. Divê demokrasî neyê tecrîdkirin."
 
'Em ê her felsefeya Rêber Apo belav bikin'
 
Endama Meclîsa Jinê ya PYD'ê Buşra Husên a ji pêkhateyên Ereb jî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Rêber Apo ji bo aştiya cîhanê û ji bo parastina mafên jinê gelek xebat daye meşandin. Ji ber ku ev xebat ji bo hemû jinên cîhanê hatiye kirin loma em ê her felsefeya Rêber Apo belav bikin. Ji ber ku Rêber Apo li gor berjewendiyên hêzên navneteweyî tev negeriya loma niha girtî ye. Em dixwazin bi Rêberê xwe re azad bijîn. Divê ev tecrîda giran demildest bi dawî bibe. Tu kes nikare raman û vîna azad tecrîd bike. Ne tenê Rêber Apo di heman demê de nirxên mirovahiyê jî tên tecrîdkirin. Yên ku tecrîda giran pêk tînin di heman demê de li dijî demokrasiyê tev digerin. Divê ev bêhiqûqî û tevgera şaş bi dawî bibe. Pêdivî ji demokrasiyê heye."