Weqfa Jina Azad a Rojava li Serêkaniyê derzîxaneyek vekir
- 16:51 9 Cotmeh 2018
- Rojane
HESEKÊ - Weqfa Jina Azad a Rojava li bajarê Serêkaniyê derzîxaneyek xweser ji bo jinan vekir.
Weqfa Jina Azad a Rojava li bajarê Serêkaniyê a Kantona Hesekê terzîxaneyek xweser bi armanca fêrbûna jinê ya dirûtinê vekir. Jinên ku dê li terzîxaneyê bixebitin gotin:"Ji bo fêrbûna hunera dirûtinê vekirina terzîxaneyê gelek baş bû. Em gelek kêfxweş in."
Mamosteya Dirûnê Dayika berxwedêr Egîd a bi navê Meryem Abd EL-Selam anî ziman ku di destpêkê de ew ê jinan fêrî dirûnê bikin û wiha got:"Di destpêkê de em ê dirûnê rê jinê bidin. Ev yek ji bo jin di warê xebatê de peş bikeve gelek baş e. Em dixwazin jin di her qadên xebatê de xwe pêş bixin."
Her wiha jina bi navê Zekiya Muhemed ji pêkhateya Ereb ku ew jî yek ji jinên ku dixwaze fêrî dirûnê bibe wiha dibêje:" Ez dayîka sê zaroka me, lê min xwest ez ji malê derkevim û kar bikim û fêr bibim. Ez jî bi kêfxweşiyekê bi hevalên xwe re tevlî xebata derzîxaneyê bûm. Hêviyê min ew e ku em karekî baş ji civaka xwe re bikin."