Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Girkê Legê û li Qamişloyê meş hat lidarxistin

  • 13:54 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO/GIRKÊ LEGÊ - Li Navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan û koploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermeza kirin û azadî ji Abdullah Ocalan re xwestin. Her wiha bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo saet di 11.00’an de bi minasebeta salvegera komployê derketin qadan û bi yek dengî silogana ‘Berxwedan bi ser ket, komplo bin ket’ berz kir.  
 
Komloya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya gelê Kurd pêk hat û di ser re 20 sal derbas bûn. Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Îro jî bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo saet di 11.00’an de bi minasebeta salvegera komployê derketin qadan û bi yek dengî silogana ‘Berxwedan bi ser ket, komplo bin ket’ berz kir.  
 
Bi pêşengiya Meclîsa Herêmê ya Navçeya Girkêlegê ya Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan û koploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermeza kirin û azadî ji Abdullah Ocalan re xwestin. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û heta sûka bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Di destpêkê de ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Li ser navê PYD'ê Şahoz Hesen û li ser navê Kongreya Star jî Daliya Henan axivî. Di axaftinan de hat gotin ku kesek nikare hêz û îradeya gelê Kurd têk bibe û ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dûr bixe. 
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. 
 
Qamişlo
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo dikanên xwe girtin û tev li meşê bûn. Di meşa girseyî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC/HPC-jin û hêzên trafîkê ji bo parastina mêşe amade bûn.
 
Meşê li Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ala  TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJC’ê, pankartên ‘Berxwedan bi ser ket, komplo bin ket’, ‘Sûnda me pergala Îmraliyê parçe bikin û bi rêber Apo re azad bijîn’, ‘Bi têkoşîna jinan Komploya 9’ê Cotmehê dê têk biçe’ hilgirtin.
 
Meşvanan bi slogana ‘Ji komployê re êdî bes e’ ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve meşiyan û meş li wir veguherandin mitîngê.
 
Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin. Ji rêveberiya Kongreya Star a Rojava Mûna Yûsif Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha got: “20 sal di ser Komploya Navneteweyî de derbas bûn. Dewletên dagirker li dijî azadiya gelan û tevgera azadiya gelê Kurd û  rêber Apo hedef girtin. Armanca wan ku bi girtina rêber Apo re vîna me û hêza me bişikînin. Plangerên Komploya Navneteweyî bi ser neketin. Ji ber ku bîrdoziya rêber Apo azad e û roj bi roj zêdetir dibe.”
 
Endamê Meclisa Kantona Qamişlo Mazlûm Yûsif jî axivî û got ku Komploya 9`ê Cotmehê bi berxwedana gelê Kurd û şervanên azadiyê têk diçe.
 
Miting bi siloganên ‘Ji tecrîtê re êdî bes e’, ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey serok’, ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.