Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst derbarê komployê de daxuyanî dan

  • 12:57 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst û jinên Kobanê di çarçoveya komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dirûşma 'Azadî ji bo Efrînê û Serok Apo' li Kobanê daxuyanî dan.
 
Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîs û jinên Kobanê di çarçoveya komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dirûşma 'Azadî ji bo Efrînê û Serok Apo' li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî, Almanî  û Îngilîzî hat xwendin. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Îro em li vir bi hev re ne. Ji welatên cur bi cur ên Ewropayê em hatine da ku em li vir nîşanekê bidin xuyakirin.
 
Rê heta  vir zehmet e. Rêjîma Sûriyeyê, dewleta Tirk û hemû hêzên emperyalîst ên din her tiştî dikin da ku em neyên gel hev. Ew dixwazin ku hûn xwe bi tenê hîs bikin. Ew dixwazin ku hêza we têk bibin, da ku hûn êdî dev ji têkoşînê berdin. Lê belê hûn ne tenê ne. Em îro hatine vir da ku em ji we re bidin xuyakirin ku hûn ne bi tenê ne. Em ê bi hev re têkoşînê bidin meşandin û bibin eniyeke li hemberî faşîzm, kedxwarî û zordestiyê.
 
Yek roja me jî derbas nabe bêyî ku fikrên me li gel we bin. Dema we têkoşîn meşand û azadî bi dest xist, wê demê bi coşeke mezin me li we dinêrî. Dema Efrîn di bin balafir, tank û topan de mabû, em her roj derdiketin kolanan. Bi hev re bi hevalên me yên Kurd ên ku li hemû Ewropayê belav bûne, me dengê we gihand raya giştî. Her der Efrîn e, her der berxwedan e. Ew desthilatdariyên emperyalîst ên ku di welatên me de û ji bo berjewendiyên xwe şerê li dijî Efrînê bi pêş dixistin, me ew sûcdar kirin û me ew şermezar kirin. Dest bi dest me li beramberî faşîzmê têkoşîn dimeşand. Bi xwepêşadanan be yan jî bi rakirina çekan. Rojava ji me re gelekî girîng e. Hûn hêviyê didin me, da ku em ji bo civakeke jinên azad, ya bêşer û bêbindestî tê bikoşin. Rojava perspektîfa me ye jî. Bi şêwazeke navneteweyî em hemû bi hev re ji bo armanca hevbeş tê dikoşin.
 
Bi salan e em bi heyraniyeke mezin dişopînin ku hûn çawa li Rojava civakeke nû ava dikin. Em dişopînin çawa hûn roj bi roj bo bi biryareke ew qas xurt şoreşa xwe diparêzin. Heyra me ya taybet ji bo vê şoreşê heye, ji ber ku şoreşa jinan e. Her derê jin di eniya her pêş de şer dikin, şer dikin, şerê li hemberî baviksalarî, resmalî û hêzên reaksiyonîst. Pêşxisitina we ya rizgarkirina jinan bi  ewqas hêz û ew qas wêrekiyê, di dîrokê de bêhempar e.
 
Me gelek kîn digirtin, dema me dît çawa bajarên we û dîroka we di bin bomberdûmanê de dihatin hilweşandin û çavên me gelek rondik dibariyan, dema ew qas qehreman di şer de şehîd diketin. Ev berdêl ku hûn bi egîdî didin, dîsa jî êşeke kûr dihêlin.
 
Rojava şoreşa gel e ku li rêya azadiyê digere. Bi zelalî ev li pêş çavên cîhanê xuya bûye, dema gelê Rojava bi hezaran diçûn Efrînê, da ku li kêleka hevalên xwe bisekinin. Ev bi xwe serkeftineke mezin e.
 
Dawiya vî şerî hîna nehat nivîsandin û em ê bi hev re tê bikoşin. Careke din em ê  bangewaziya ji bo hemû jinên cîhanê dubare bikin. Tevî hemleya ‘Ji bo Efrînê jin rabin ser piyan’ bibin. Her derê bidin xuyakirin ku berxwedana Efrînê cîhanî ye. Li her derê jin di dijî şîdet, li jijî bindestî û kedxwariyê li ber xwe didin. Li her derê hêviya me heye ji bo jiyaneke azad û em ê bimeşin heta ku Efrîn dîsa rizgar bibe û hûn bikarin vegerin cihên xwe. Li her derê em ê bi hemleyên xwe û xwepêşandanên xwe li kolanan bin û piştgiriya we bikin.
 
Hûn têkoşîna xwe berdewm dikin û ji ber vê jî em ê bi berdewamî tê bikoşin.
 
Her bijî hevgirtina navneteweyî
 
Jin jiyan azadî.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.