Deriyê Buroya Rojnameya Yenî Yaşamê hat şikandin
- 12:52 9 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Polîsên ku bi ser buroya Yenî Yaşamê ya Amedê de gitin, deriyê buroyê şikandin û kompîtur û hard dîk desteser kirin.
Di çarçoveya operasyonên ku li 9 bajaran hatin kirin de bi ser buroya Rojnameya Yenî Yaşamê de hat gitin. Polîsên ku di serê sibehê zû de dema ku kesek li buroyê tune bû bi ser de gitin deriyê buroyê şinandin, lêgerîn kirin û kompîtur û har dîskên li buroyê desteser kirin. herwiha bi ser mala belavkarên heman rojnameyê Hayat Ozmez û Savaş Aslan de jî hat gitin û hatin binçavkirin.
BI ser mala dayikên aştiyê de jî hat gitin
Plîsan bi ser mala endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hawa Kiran de jî girt, piştî lêgerîna ku hat kirin Dayika Aştiyê Songul Tamrîş hat binçavkirin.