Ji bo doza biryarê ya Seda Taşkin banga tevlibûnê hat kirin

  • 11:54 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÛŞ - Danişîna biryarê ya derbarê rojnameger Seda Taşkin de hatibû vekirin dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê bê dîtin. Parêzera Seda Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku Seda bi awayekê bêhiqûqî tê girtin û banga tevlîbûna danişînê kir.
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin, di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê hat binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Li ser îtîraza dozger Seda, di 22'ê Çileyê de li Enqereyê hat binçavkirin û girtin. Seda bi îdîya “Endamtiya rêxistinê" û “Propagandeya rêxistinê kiriye” li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê tê darizanin. 4’emîn danişîna biryarê ya Seda Taşkin a li Girtîgeha Jinan a Sincan tê girtin sibê dê bê dîtin. Li bendê ye ku şandeya dadgehê di danişînê de biryarê bide. 
 
Parêzera Seda Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku Seda bi awayekê bêhiqîqî tê girtin û wiha got: “Sibe dê danişîna biryarê ya Seda bê dîtin. Di hemû danişînande Seda çi karî dike bi awayekê zelal hemû vegotin. Seda rojnamegereke û hewl dide bi awayekê herî baş karê xwe yê pîşeyî bike. A rastî di kesayeta Seda de ajansa lê dixebite tê darizandin. Ên ku Seda didarizînin vê yekê baş dizanin.”