'Dê komplo bi ser nekeve'

  • 11:04 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Eyihan Mûrad di derbarê komploya 9'ê Cotmehê de got:"Têkoşîna me ya li dijî komploya navneteweyî dê bidome. Dê komplo bi ser nekeve."
 
Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Eyihan Mûrad di derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku komploger dê tu carî negihêjin armanca xwe û got:"Serok Apo mîmarê aştî û azadiyê û xwediyê felsefeyek bi nirx e. Divê hemû cîhan li dijî komploya navneteweyî derkeve."
 
Eyihanê da zanîn ku komploya navneteweyî li dijî azadiya gelê Kurd hatiye kirin û got:"Komplo û lîstikên ku li dijî azadî û statuya gelê Kurd tê kirin dê negihêje armanca xwe. Di şexsê Rêber Apo de gelê aştî û azadiya gelê Kurd hedef hat girtin. Di heman demê de ev komploya li dijî nirxên hemû gelan e. Di rûpelên dîrokê de Rêber Apo xwedî taybetmendiyek mezin e. Wî mafê hemû jinên cîhanê parast û li nirxên wan xwedî derket. Hemû jinên cîhanê divê li dijî vê komployê dengên xwe bilind bikin."
 
'Projeyên Rêber Apo ji bo pirsgirêkên hemû Rojhilata Navîn e'
 
Eyihanê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan xwedî projeyên aştiyane ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Projeyên Rêber Apo ji bo pirsgirêkên hemû Rojhilata Navîn e. Divê hemû gelên Rojhilata Navîn li vê projeyê xwedî derkevin. Gelê Kurd û yên Rojhilata navîn îro bi her cureyên şiddetê rû bi rû tên hiştin. Projeyên Rêber Apo li dijî vê şîddetê ye. Loma Rêber Apo kilîta çareseriyê ye. Têkoşîna me ya li dijî komploya navneteweyî dê bidome. Dê komplo bi ser nekeve. Serok Apo mîmarê aştî û azadiyê û xwediyê felsefeyek bi nirx e. Divê hemû cîhan li dijî komploya navneteweyî derkeve."