Ciwanên Kobanê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
- 10:43 9 Cotmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yên herêma Firatê li dijî komploya 9'ê Cotmeha meş li dar xistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yên herêma Firatê bi dirûşma 'Tolhildan soza me ye' li dijî komploya 9'ê Cotmehê meş li dar xistin. Ciwanên ku ji Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa û Sirînê beşdarî meşê bûn dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YJC/YCR'ê, pankartên bi nivîsên `Azadiya serok Apo azadiya jinê ye`, `Li hember komployê YJC`ê serî hilde` û bi sedan meşele hatin hilgirtin.
Meşê ji nevenda ciwanan a Kobanê bi diruşmeyên `Bê serok jiyan nabe û bimre komploya 9`ê Cotmehê` dest pê kir û heta Qada Jina Azad dewam kir. Piştî ku meş rawestiya deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin.
Paşê jî li ser navê YJC û YCR'ê Agirî Ararat axivî û got: "Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya Serok Apo her bidome. Em ê bi çalakiyên xwe, dengê jinên ciwan û ciwanên Kobanê bigihînin heta Îmraliyê û zindana Îmraliyê parçe bikin. Em bi yek dengî dibêjin bê Serok jiyan nabe."
Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.