Gelek siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin

  • 09:36 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED – Li Amedê rojnameger Abdurrahman Gok, Kibrîye Evren û Semiha Alankuş û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navde zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin. 
 
Li Amedê polîsan bi ser mala gelek siyasetmedar û rojnamegeran de girt û zêdeyî 100 kesan binçav kirin. Polîsan serê sibe bi maşineyên sirxî bi ser malan de girt û gelek derî şikandin û ketin malan. Polîsan di serdegirtina malan de di navde Rojnameger Abdurrahman Gok û Kibriye Evren û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navde zêdeyî 100 kesan binçavkirin. 
 
Bi çekan bi ser malan de  girtin
 
Polîsan bi çekên lûlederêj bi ser mala Abdurrahman Gok de girtin û Gok û hevalên wî yên li malê bi devve li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Gok lêgerîn kir, gelek pirtûk, kovar û amûrên aydî Gok desteser kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. 
 
Li Stenbolê binçavkirin
 
Rojnameger Semîha Alankuş jî li Stenbolê di serdegirtina malê de binçavkirin. Hat hînbûn ku piştî Semîha binçav kirin dê wê bînin Amedê. Li  aliyê din hat hînbûn ku polîs bi maşîneyên TOMA û zirxî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rawestiya ne. 
 
Derîyê mala rojnamger Omer çelîk hat hişkandin
 
Rojnamger Omer Çelîk ê ku li Amedê dijî polîsan bi ser mala wî de jî girt. Omer ê ku ne li malê bû deriyê mala wî hat şikandin, lêgerîn hat kirin û alavên li malê hatin belavkirin.
 
Çek dan serê zarokan
 
Li mala Rêbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eylem Ceylan jî ya ku bi ser mala wê de hat gittin alavên malê hatin serobinkirin û hat aşkerakirin ku çekdane serê zarokan.  Bi ser mala Endama PM'ê ya Partiya Herêmên Deokratîk (DBP)  Zuhal Tekîner de hat gitin, lê ji ber ku Zuhal ne li malê bû hat ragihandin ku nehatiye binçavkirin.
 
Bi ser avahiya KCD'ê de hat girtin
 
Di çarçoveya heman operasyonê de serê sibehê bi ser avahiya Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) de hat gitin. Derî û pacên avahiyê hatin şikandin û hemû kompîtur û pirtûkên li avahiyê hatin desteserkriin.
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê.
 
Herwiha li ber ava hiya HDP'ê ya Amedê jî TOMA û wesayitên zirxî hatin bicihkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin ên navê wan aşkera bûn wiha ne: Esra Solîn Dal (Rojnamege), Kîbriye Evren (Rojnameger), Semîha Alan Kuş (Rojnameger),  Abdurrahman Gok (Rojnameger), Şerîf Camci (Hevserokê HDP'ê yê Amedê), Vedat Dag (Berpirsiyarê çapemeniyê yê HDP'ê) , Nevriye Çur (Endama PM'ê ya DBP'ê), Neslîhan Karacadag, Fîgen Ektî (Aktîvîsta TJA'yê), Aygul Alagunduz, Dilnaz (Paşnavê wê nehat zanîn), Ahmet Aslan, Leyla Tekdag, Fîgen Aras (Aktîvîsta TJA)  Emrullah Kalkan (rêveberê DBP) , Pinar Sirnaç Kalkan, Eylem Ceylan (Endama PM'a HDP), Mehmet Nur Ozdemîr (Endamê Dîywana KCD'ê), Seher Tumer (Cîgirê Hevserokên DBP'ê), Vahît Dogrul (Endamê KCD'ê),  Hîlmî Aydogdu (Endamê Dîwana hevserokatiyê), Adnan Akgul (Endamê Dîwana Hevserokatiyê), Huseyîn Kaya  (Endamê Dîwana Hevserokatiye),  Hîlmî Aydogdu (Endamê Dîwana Hevserokatiyê), Adnan Akgul (Endamê Dîwana Hevserokatiyê), Ruken Kiliç (Endama Dîwana Hevserokatiye).
 
Wezîrê Krên Hundir daxuyanî da: Nêzî 90 kesî hat binçavkrin
 
Têkildarî operasyonan jî Wezareta Karên Hundirîn daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonan de 90 kes hatine binçavkirin. Wezaretê diyar kir ku li 8 bajaran operasyon pêk anîne û 90 kes hatine binçavkirin. Wezaretê wiha got: "Di deşirrekirina rêxistina PKK/KCK'ê û astengkirina xebatên wê de saet di 01.00'ê 09.10.2018'an de operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonan de li Amedê 80, li Stenbolê 3, li Wanê 2, li Şirnexê 1, li Rihayê 1, li Êlihê 1, li Mêrsinê 1, li Mêrdînê 1 bi giştî li 8 bajaran 90 kes hatine binçavkirin. Di operasyonan de alav û amûrên rêxistinî hatine bi destxistin."