Di ser 10’ê cotmehê re 3 sal derbas bû lê berpirs nehatin darizandin

  • 09:35 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
Dîlan Babat-Habîbe Eren
 
ENQERE - Di ser komkujiya Gara Trînê re 3 sal derbas bû û doza ku 56 runiştin berdewam kir de tenê 9 gumanbarî ceza girt. Mehmet Sakîncî Coşkun û Emel Kîtapçi ku di 10’ê cotmehê de hevjînê xwe winda kirin, ji wê rojê heta niha edeletê dixwazin û gotin wê ev doz ji mahşerê re nemîne.
 
3 sal berê bi banga partiyên siyasî, sendîkayan û saziyên sîvîl ji her çar aliyê welat bi hezaran kes li Gara Trînê ya Enqereyê ji bo Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hatin cem hev û hewldan biçin Qada Sihhiyeyê. Saet di 10.05’an de du bombeyên zindî yên DAIŞ’ê êrîş pêk anîn yê herî biçûk 8 salî 109 kesî jiyana xwe ji dest da û 500 kes jî birîndar bûn.
Tevî hemû zextan piştî 10’ê cotmehê di her 10’ê mehê de li ber Garê bîranîn pêk hat. Jinên têkoşîna vê dozê dan diyar kirin ku wê ev doz ji mahşerê re nemîne.
 
Hevjîna parêzer Uygar Coşkun yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Mehtap Coşkun got piştî 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûye bi hezar zor û zehmetiyê doz bi encam bûye. Mehtabê bi lêv kir ku piştî welatiyan xizmên xwe winda kirine ketine têkoşînek hiqûqî ya mezin û salonên dadgehê vala nehiştine.
 
‘9 kesî ceza girt’
 
Mehtabê wiha got: “Ez 54 caran tevlî runiştinê bûm. Lê gumanbaran cezayekî têr negirtin. 19 gumanbarên DAIŞ’ê tenê 9 heban cezayê muebetê girt.Ji bo 10 kesî jî ji sûcê endamtiya rêxistinê ceza hat dayîn. Ev gumanbar du sal bûn girtî bûn.Ji ber girtina demdirêj du rojên din şûnde wên berdan.”
 
‘Dadgehê hewl dida dosya bê girtin’
 
Mehtabê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji bo endamên DAIŞ’ê yên ji dozê dihatin darizandin di çarçoveya komkujiyê de ceza nehatiye dayîn, tenê ji ‘endamtiya rêxistinê’ ceza girtine. Mehtabê her wiha bi lêv kir ku dadgehê bi fikara ez demildest vê dosyayê bigirin, tevger kiriye. Mehtabê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî komkujiyê li Tirkiyeyê sê rojan şîn hat îlankirin. Lê ev tenê ji bo dîtbarî hat kirin. Em nêzîkatiyek ‘Em edeletek wisa didin we, me edelet anî’ qebûl nakin. Doz li gorî desthilatdariyê bi encam bû. Li hemû runiştinan em hebûn. Lê wê hewldanên me neqedin. Di komkujiyê de di serî de xebatkarên cemawerî û wezareta tenduristiyê berpirse. Berpirsyariya cemawerî pêk nehat.Wê rojê du bombeyên zindî hatin wir û bi rehetî komkujî pêkanîn. Lê ji ximzetên tenduristiyê kesî hesab neda. Der barê van de jî wê hesab yek bi yek bên dayîn. Ev doz wê ji mahşerê re nemîne.
 
‘Her kesê 10’ê cotmehê jiyan travma jiyan’
 
Iraz Emel Kîtapçi ya hevjînê xwe Alî Kîtapçi ku endamê Sendîkaya Barkirina Yekbûyî (BTS) bû winda kir, jî axivî û got ji bo wê beriya vê 3 salî û piştî vê 3sa lî heye û wiha got: “Ez dizanim hemû xizmên windayan birîndarin. Heman rewşê de ne. Heta 3 sal berê em hemû cuda dijiyan. Lê ev 3 sale em hemû heman tiştî dijîn. Wek rawestandina saetê. 10’ê cotmehê ji bo me jiyan rawestiya. 10’ê cotmehê komkujiya herî mezin a dîroka komara Tirk bû. 103 mirî û 500 birîndar hebûn. Hemû kesên wê rojê li wir bûn pirsgirêka psîkolojîk jiyan.”
 
Emelê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew di hemû dozan de, di hemû bîranînan de hebûn û di vê de jî keda Komeleya 10’ê cotmehê pir girînge û got wan hewl daye ji hev re bibin derman . 
 
‘Em ê peywira xwe bînin cih’
 
Emelê diyar kir ku endamên DAIŞ’ê tenê ji endamtiya rêxistinê ceza girtine û piraniya wan wê çend rojên din şûnde bên berdan û got: “Ev encam ji bo me hemûyan jinûve jiyankirina 10’ê cotmehê ye. Me dizanibû lê me evqas tişt, delîl dît û guhdar kir. Me dît ku serê her tiştî çawa rehet tê veşartin. Ev êşek mezin bû. Bêguman wê pêvajo bidome. Emê têkoşîna xwe bidomînin. Çi bikeve ser milê me emê bikin.”
 
Aktîvîst Sîbel Tekîn jî ku piştî komkujiyê, der barê 10’ê cotmehê de hemû bername û çalakî vîdeoyên wê kişandiye, diyar kir ku wê 10’ê cotmehê ne jiya lê pêvajoya piştî wê hemû jiyaye û got gelek kesên nas dikir jî di vê komkujiyê de winda kirine. Sîbelê detnîşan kir ku ji bo heqîqetê ragîhinin ji mirovan re, biryar daye ku her tiştî bikşîne kamerayê û got ger tiştekî pir girîng li pêş wê tunebe her meh diçe ber gara trînê û malbatên li wir dikşîne.
 
'Mijara herî girîng ya karê min 10'ê Cotmehê ye'
 
Piştî Komkujiya 10'ê Cotmehê axtîvîst û vîdeokêş Sîbel Tekîn jî di çavderiyên xwe yên li ser çalakiyên piştî 10'ê cotmehê ku derbarê mijarê de hatin kirin û êrîşên li ser çalakgeran de axivî û wiha got: "Ez di 10'ê Cotmehê de ne li garê bûm. Herî zêde  ez bûm şahidê pêvajoya piştî komkujiyê û min çalakiyên hatin kirin û êrîşên polîsan ên li ser çalakgeran şopandin. Gelek kesên ku me ew nas dikirin di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Bi taybetî kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan kesên ku li hemû çalakiyan dihatin dîtin bûn.  Ji bo ku ev kamaeramaniyê bikim mijara herî girîng ji bo min 10'ê Cotmehê ye. Min jî ev kir.  Ji bo ku ez ji gel re ragihînim divê ku min hemû çalakiyên hatin kirin dozên hatin dîtin bikşanda kamerayê û min kişandin. Heqîqeteke ku ji aliyê îdtîdarê ve tê xwestin bê jibîrkirin heye. Lê ji bo ku neyê jibîrkirin divê bikeve bin qeydan. Ger ku karekî min ê girîng nebe ez di her 10'ê mehê de diçim ber garê û çalakiya bîrnanînê ya malbatan û danîna qurnefîlên wan ya garê dişopînim. Dema ku ez dadgehê dişopînim jî ez tiştê tê jiyîn qeyd dikim. Bi vê helwesta xwe ez hewl didim bibm alîkarê komeleyê."