‘Jina serê wê gitî û ya serê wê vekirî jî hedefa destilatdariyê ne’
- 09:08 9 Cotmeh 2018
- Rojane
RIHA - Endama Şuraya DÎK’ê Aynur Tîmur da zanîn ku erdnîgariya Îslamî di gola xwînê de ye û li aliyê din jî cil û bergên jinan, serîgirtina jinan û servekirîbûna jinan tê nîqaşkirin û got: “Ne jina serî girtî an jî serî vekirî, jina serî ditewîne dixazin. Jinên ku serî ditewînin, îtîraz nakin dixwazin. Yên muxalîfê vê rewşê jî hedef tên girtin.”
Meclîsa Jinan a Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) bi bernameyên pêk tîne xebatên xwe dimeşîne. Endama Şuraya DÎK’ê Aynur Tîmur da zanîn ku jinên li dijî zîhniyeta heyî têdikoşin hedef tên girtin.
Aynurê bi lêv kir ku armanca DÎK’ê ne ev e ku tiştên nû hilberîne, armanca wan ev e ku perdeya hatiye daliqandin rakin û wiha pê de çû: “Di îslamê de nîqaşkirina cihê jinê ne hewce ye. Jin û mêr wek hev in. Lê di roja îro de desthilatdarî jinê ji qada jiyanê derdixe derve. Jin parçeyek jiyanê ye. Armanca me eve ku em cihê jinê yê Kuranê de derxin holê.”
‘Divê li ser ahlaqê civakê nîqaş bê kirin’
Aynurê bi lêv kir ku bi taybet nîqaşên ‘ahlaq’ û ‘namûsê’ li ser jinan tên meşandin û ev tercîhek polîtîk e û got: “Desthilatdarî dixwaze her tiştî bike bin serdestiya xwe. Bi taybet jî jinê. Em jî li dijî vê ji bo cihê jinê yê di Kuranê de vebêjin, dixebitin. Em ne li jor ne li jêrin. Jin bi zanebûn nayê qebûlkirin. Erdnîgariya Îslamî di gola xwînê de ye û li aliyê din jî cil û bergên jinan, sergirtîbûna jinan û servekirîbûna jinan tê nîqaşkirin. Ne jina sergirtî an jî servekirî, jina serî ditewînin dixazin. Jina serî ditewînin, îtîraz nakin dixwazin. Yên muxalîfê vê rewşê jî jî hedef tên girtin. Li ser jinên nîqaşkirina ahlaq û îslamê bi pirsgirêke. Ev mijarek polîtîke.”
Aynurê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Îslam li pêş jinê ne astenge, lê desthilatdariya heyî vê wek asteng nîşan dide û got ew li dijî vê têkoşîna xwe dimeşînin.