Li girtîgeha Bakirkoyê binpêkirin û zext didomin
- 09:07 9 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL- Halîme T. diyar kir ku girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hewcedariyên wan yên revîr, xwarin, şexsî û qada hevpar pêk nayên û got: “Girtî dixwazin dengê xwe bidin bihistin. Di demên dawî de zext pir zêde bûne.
Halîme T ya di rojên borî de çû hevdîtina xwişka xwe ya li girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê ya Jinan, binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rûbirû dimînin vegot.
Halîmeyê bi lêv kir ku roja hevdîtinê bi awayekî kêfî heta 11.00’an hatine sekinandin û got: “Rêveberiya girtîgehê got telefon xera bûne. Ev hincet bû. Divê di pêşî de bihata tamîrkirin. Ji ber saeta hevdîtinê tê zanîn. Me bi midûr re hevdîtin kir. lê got ‘em nikarin tiştekî bikin’. Me jî got bila bibe hevdîtina vekirî. Midûr got ‘teqez nabe’. Em 3 saetan sekinin. Piştre em li hundir dan sekinandin. Em di 15.00’an de derketin hevdîtinê. Malbat bêzar bûn. Malbatên ji derveyê bajar hatibûn hebûn.”
‘Lêgerîn heta tacîzan diçin’
Halîmeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di dema lêgerînan de jî rastî zextan tên û got: “Her peywirdar cuda cuda lêgerînê dike. Ev lêgerîn heta tacîzê diçin. Min carekê îtîraz kir. Ez hefteyekê 10 rojan ji bin bandora vê lêgerînê xilas nebûm. Di hevdîtinê vekirî de li malbat û girtiyan zextên mezin dikin. Di hevdîtinan de bi dengekî bilind me her tim tacîz dikin. Hewl didin moral û motîvasyona me xera bikin. Rê li ber aloziyan vedikin.”
‘Doktor li gorî xwe derman didin’
Halîmeyê balkişand ser binpêkirinên li ser girtiyan û tiştên ku xwişka wê vegotiye û wiha ragîhand: “Xwişka min ewil neaxivî lê piştre zextên li ser wan vegot. Pirsgirêkên tenduristiyê didomin. Di encama hewldanên mezin de diçin revîrê. Doktor li rûyê wan mêze nake. Xwişka min got ‘doktor qet eleqeder nabe. Li gorî xwe dermanan dinivîse û heman dermanî dide hemû koxuşê’. Heta rewşa nexweşan giran nebe nabin nexweşxanê. Hevalek bi navê Sureyya Bulut heye. Xwînê vedirêşe. Hevalan rewşa wê gotiye lê wan jî gotiye ‘xwîn vereşîn têr nake, divê bi teştan xwînê vereşîne ku em bibin nexwşexanê.’ Di koxuşa ku xwişka min dimîne de zarokek çar salî jî bi dayika xwe re dimîne. Ji ber şert û mercên xwarina nebaş her tim nexweş dikeve. Yanî bi kurtasî di alî tenduristiyê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Li qentînê jî her tişt biha bûye. Di alî aborî de jî girtî pirsgirêka dijîn."
Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de got yek ji binpêkirinên din yên girtî dijîn, desteserkirina hilberînên keda destan yên girtiyane û got radyoya wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteserkirin. Halîmeyê her wiha bi lêv kir ku nameyên girtiyan jî nayên dayîn û di demên dawî de zext pir zêde bûne.