Krîza aborî rê li ber întîxarê vedike:Berpirsên esas tên jibîrkirin

  • 09:06 9 Cotmeh 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Psîkolog Sevgî Turkmen diyar kir ku mirov êdî hem di alî rih û hem jî di alî fizîkî de tengezar bûne, riya ku jê derkevin jî tune ye û got: “Ji ber krîza aborî welatî ber bi întîxarê ve diçin. Întîxar wek ‘nexweşiya pîskolojîk’ bi civakê didin qebûlkirin, lê berpirsên esas li pişt perdeyê tên hiştin.”
 
Li gorî lêkolînên demên dawî li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên debarê bûyerên întîxarê zêde bûne. Li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê di navbera 2014-2016’an de 2 hezar û 438 jin bi giştî 9 hezar û 479 kesî întîxar kiriye. Di daneyan de nifûsa ciwan balê dikşîne, kesên întîhar dikin temenê wan di nav bera 20-24 salî de ye. 
 
Psîkolog Sevgî Turkmen der barê mijarê de nirxandin kir û bandora krîzê û xizaniyê ya li ser întîxaran vegot.
Sevgiyê ev tişt vegot: “Mirov êdî hem di alî ruh û hem jî di alî fizîkî de tengezar bûne, riya ku jê derkevin jî tune ye. Civak jî bê bertek dimîne. Întîxar di raya giştî de du rojan wek magazîn tê nîqaşkriin û pitşre tê jibîrkirin. Ger ku Dewlet, sazî, muxalîf û em, sedemên întîxarê lêkolîn nekin, çima mirov serî li vê riyê didin, hîn nebin wê întîxar bidomin. Rêjeya întîxaran her  ku diçe zêde dibe. Bûyerên întîxarê wek ‘nexweşiyek psîkolojîk’ bi civakê didin qebûlkirin. Yanî barê mirinê li kesê întîxar dike bar dikin. Ji ber vê jî sedemên esas yên mirinan li pişt perdeyê dimînin.”
 
‘Em hemû berpirsin’
 
Sevgiyê destnîşan kir ku li vî welatî kî ji jiyana mirovan kîjan sazî ji mirovan berpirsin, ji întîxaran jî ew berpirsin û got: “Em hemû berpirsin. Dewlet, sermaye, destilatdarî, hun û ez. Çima gelo ji bilî mirinê rêbaz li ber mirovan nemaye. Dewlet ji bo sermayedarên  ku karkeran ji kar davêje çi dike? Dewlet ji bo kesên xwe li ber daîreyên dewletê dişewitînin çi dike. Ev mekanîzma hemû ji întîxaran berpirsin.”
 
Sevgî balkişand ser sedemên civakî yên întîxarê û da zanîn ku ger çavkaniyên aborî yên kesekî bê birîn, bandorek nebaş dibe û ev tişt got: “Yanî ger mirovek betal bimîne, hatinek wê tinebe, hun wî kesî ji têkiliyên wî yên civakî jî qût dikin. Ji ber vê jî ev sedem raste rast bandorê li ser kes dike. Bi tayber di demên dawî de ji ber kûrbûna şer, jiyan mirovan her tim li ser mirinê dide fikirîn. Yanî mirovan nêzî fikra mirinê dike. Koçberî, tacîz û tecawiz jî di întîxarê de bi bandore.”
 
Jin dikarin bi rêbazên xwe têbikoşin
 
Sevgiyê destnîşan kir ku bi krîza aborî re di demên dawî de piranî kesên întîxar dikin mêrên betal û xizanin û mêr di qada cemawerî de raste rast rastî şîdeta sermayê tên û got: “Ji ber jin ji qada cemawerî du hatine xistin, vê carê ji mêrên derdora xwe hevjîn û bavê xwe şîdetê dibînin. Ji ber vê jî jin caran bi rêbazên xwe dikarin li dijî şîdetê têbikoşin. Ger mirovan betal bê hiştin, ji çavkaniyên wan bên qûtkirin wê demê, mirin li van kesan hatiye ferzkirin.”
 
‘Bar dikeve ser milê psîkologan jî’
 
Sevgiyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir k udi vê mijarê de bar dikeve ser milê psîkologên li saziyên cemawerî dixebitin û şert û mercê kesan li ber çavan bê girtin, çavkaniyên civakî û aborî li ber çavan bê girtin.
 
Di demên dawî de hinek bûyerên întîxarê yên li Tirkiyeyê:
 
*Emîne Akçay: 26 salî bû. Ji bo zarokên wê xwe germ bikin maşîneya ziwakirina por da dest kurê xwe yê 6 salî û li odeya din xwe darve kir.
 
*Mevlut A. li Sêwasê di 4’ê Sibatê de, bîdonê benzîn bi ser xwe de rijand û hewl da xwe bişewitîne.
*Li Antalyayê di 10’ê Sibatê de M.N.Y yê ji sedî 40 rapora wî ya astengdariyê hebû, ji ber pirsgirêkên borî hewl da xwe bişewitîne.
*Li Boluyê di 2’ê Sibatê de Nihat Yildiran bi gotina ‘Ez birçîme’ qêriya û pişre posterê komar Erdogan daxist û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
 
*Li Enqereyê di 12’ê Çile de ji ber pisgirêkêna borî Sitki Aydin yê 39 salî xwe li ber Nexweşxana Meclîsê şewitand û bi gotina ‘Ez nikarim debara xwe bikim’ hewl da dengê xwe bide bihistin.
 
*Li Balikesîrê Muhterem Bîrgul di 29’ê Çile de xwe li ber şareseriyê şewitand.
 
*Li Denîzliyê Tolunay C. ji ber pirsgirêkên aborî di 30’ê Çile de nîşeya ‘heta vir’ hişt û xwe darve kir.
* Soner Semîh Sîpahî xwendekarekî 18 salî bû. Ji bo zanîngehê amadekarî dkir. Ji ber dayika wî nikarî pereyê dersxanê bide, hat girtin. Soner piştî dayika wî hat girtin, întîxar kir.
 
*Li Edeneyê Cemîl Bozkuş yê 61 salî , ji ber zabiteyan nehişt tezgaha xwe vebike, nameyek hişt û întîxar kir.
* Ramazan Kavalci yê 41 salî ku li Çanakkaleyê esnafî dikir, ji ber deyn întîxar kir.
 
*Îsmaîl Devrîm ji ber nikaribû ji kurê xwe re formayê dibistanê bigire întîxar kir. Rojnamegerê nûçeya întîxarê çêkir jî hat binçavkirin.
 
*Rojek berê li Rihayê ciwanekî got ‘ez betal û birçî me’ û bedena xwe da ber agir.
 
*Li Stenbolê rojek berê ciwanekî betal, çû ser vînçê û hewl da întîxar bike.
 
*Parêzer Gokhan Vural Ari yê 28 salî ku li Baroya Stenbolê qeydkiribû, ji bo ji xwe re kargeriyekî vebike ji Tarsusa Mersînê hatibû Stenbolê û ji ber pirsgirêkên aboriyê û deynan dawî li jiyana xwe anî.