'Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e'
- 09:04 9 Cotmeh 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Hesekê Noşîn Îbrahîm derbarê zewaca di temenê biçûk de got:"Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e. Ji bo pêşî lê bê birîn têkoşînek hevpar divê."
Di nava civakê de yek ji pirgirêkên herî girîng zewaca di temenê biçûk de ye. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Hesekê Noşîn Îbrahîm axivî. Noşînê diyar kir ku ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn pêdivî ji perwerdeyê û têkoşînek hevpar heye û got:"Zewaca di temenê biçûk de dibe sedem ku birînên kûr di nava têkiliyên civakê de bê avakirin. Ji bo civakek aram divê pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn."
Noşînê da zanîn ku ji bo zewaca di temenê biçûk de bi dawî bibe ew xebatên xwe didomînin û got:"Ev du meh in ku derbarê zewaca di temenê biçûk de me dest bi perwerde, semîner, sinevizyon, daxuyanîyan kiriye. Me belavok jî belav kirin ku malbat derbarê vê mijarê de bibin xwedî agahî. Bi hêz û vîna civakê ya hevpar dema ku em li dijî vê yekê bisekinin dê ev pirgirêka zewaca di temenê biçûk de bi dawî bibe. Em niha di xebatên xwe de xetereyên vê pirsgirêkê vedibêjin da ku gel bibin xwedî hişmendî. Her wiha di perwerdeyên xwe de em bi jinê didin famkirin ku ew bêyî desthildatdarî û mudaxaleya mêran jî dikarin li ser piyên xwe bisekinin. Jinên ku baweriyan bi wan hebe li ser piyên xwe dikarin bisekinin."
'Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e'
Noşînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Zewaca di temenê biçûk de xetereyek mezin e. Zewaca di temenê biçûk de ji bo derûniya civakê jî xetere ye. Ji bo pêşî lê bê birîn têkoşînek hevpar divê. Zewaca di temenê biçûk de dibe sedem ku birînên kûr di nava têkiliyên civakê de bê avakirin. Ji bo civakek aram divê pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn. Xebat û piştigiriya hevpar her dem ji bo aramiyek mayin de lazim e."