'Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe'
- 09:03 9 Cotmeh 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Dayikên ku li Sûriyeyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn diyar kirin ku komploya navneteweyî li dijî aştî û azadiyê pêk hatiye û gotin:"Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe. Dê serîhildan her bidome."
Di ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de 20 sal derbas bû. Dayikên ku li Sûriyeyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn gotin:"Rêber Apo her dem ji bo mirovatiyê berxwe daye. Lê hêzên navneteweyî yên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin, ji bo dengê aştiyê bibirin Rêber Apo girtin. Lê ew ê negihêjin armanca xwe û aştiyê bi ser bikeve."
Dayika bi navê Saliha Êto ya ku 75 salî ye got:"Rêber Apo hem ji bo jinê hem jî ji bo hemû mirovên cîhanê têkoşiya. Loma divê hemû cîhan ji bo azadiya Rêberê me bibin seferber. Dema ku me Rêber Apo dît bi fikir û felsefeya xwe ya xwedî nirxên mezin mirov di bin bandora xwe de dihişt. Kesên ku ji bo azadiyê û aştiyê têdikoşe divê li derve bin ne di nava çar dîwaran de."
'Em ê Serokê xwe azad bikin'
Ferîda Fethî ya ji gundê Qeremuxê anî ziman ku wê cara yekem li cîvana Şamê Abdullah Ocalan dîtiye û got:"Dema ku min cara yekem Rêber Apo dît min wate û têkoşîna li jiyanê tê barkirin bêtir fam kir. Çimkî wî bi zimanekî aştiyane her dem dixwest ku ji pirsgirêkan re çareseriyê bibîne. Gelê Kurd jî li gor vê yekê bi rêxistin dikir. Di civînê de her wî mafê jinê û jiyanek hevpar diparast. Ji bo jiyanek azad û hevpar divê Rêberê me azad bibe. Em ê Serokê xwe azad bikin û ji bo cîhanê xizmeta mirovatiyê bikin. Em dev ji têkoşîna ji bo azadiya Rêberê xwe bernadin."
'Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe'
Dîsa Zêneb jî anî ziman ku ew her roj azadiya Abdullah Ocalan dipên û wiha got:"Ji bo em ji bo nasnameya xwe têkoşîna xwe bilind bikin û xwe biparêzin hevdîtina bi Rêber Apo re gelek girîng bû. Ji çavên wî her dem hezkirina mirovahiyê diherikî. Bi rihê serîhildanê komplo negihaşt armanca xwe. Dê serîhildan her bidome. Rêber Apo her dem ji bo mirovatiyê berxwe daye. Lê hêzên navneteweyî yên ku tenê berjewendiyên xwe difikirin, ji bo dengê aştiyê bibirin Rêber Apo girtin. Lê ew ê negihêjin armanca xwe û aştiyê bi ser bikeve."