Li 3 gundan operasyon du rojin berdewam dike
- 14:32 8 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî teqîna li Êlihê, du rojin li gundan operasyon berdewam dike, 3 gund hîna jî di bin dopêça leşkeran de ne û ji bo ketin û derketinê destûr nayê dayîn.
Di teqîna 4’ê Cotmehê ya li navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat de, 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqînê hêzên taybet û leşkaran duh bi ser gundên Zêwîk, Germero û Mîste yên navçeya Kerborana Mêrdînê yên nêzî cihê bûyerê de girtibûn û li malan lêgerîn pêk anîbûn. Di serdegirtina malan de 13 kes hatibûn binçavkirin.
Hîn jî nayê zanîn ku bi kîjan hincetê gundî hatine binçavkirin. Her wiha kesên hatine binçavkirin li Fermandariyên Cendirmeyan ên Mêrdîn, Qoser û Rişmilên tên girtin. Ji ber astengiyan parêzer bi tenê bi kesekî re hevdîtin pêk anî.
3 gund hîna jî di bin dopêça leşkeran de ne û ji bo ketin û derketinê destûr nayê dayîn.