'Em bang dikin ku AKP dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bîne'
- 14:13 8 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL – Ji bo salvegera 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê partiyên siyasî û rêxistinên civakî li avahiya HDP'ê ya Beyoglu civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de bang li her kesî hat kirin ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê de tev li têkoşîna demokratîk bibin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi armanca 9'ê Cotmehê şermezar bikin bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê, li avahiya HDP'ê ya Beyoglu civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Dayikên Şemiyê, malbatên endamên PKK’ê, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Hartiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê, Komeleya Piştevaniya Xizmên Girtiyan a Mermereyê (TUAY-DER) û gelek saziyên din amade bûn. Li salona civînê pankarta mezin a “Emê tecrîdê bişkênin faşîzmê têk bibin" vekirin. Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Unal Yusufoglu daxuyaniya hevpar da. Unal, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Ocalan ji Sûriye derket û şûnde Rojhilata Navîn bû navenda şer û wiha got: "Piştî pêvajoya 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê me 20 sal li pey xwe hişt. Ev bi gladyoya NATO pêk hat. Armanca komployê pêvajoyek pevçûnê bidin destpêkirin. Komara Tirkiye muhatabê pirsgirêka kurd e. Xwestin ku di çarçoveya ‘Kemîna Kurd" de gelê kurd di vê feq û qafikê de tasfiye bikin. Gelê Tirkiye di konsaniya kapitalist de winda kir. Piştî 9'ê cotmehê li herêmê û rojhilata navîn bû navenda krîsa siyasî, aborî û şer. Dema mirov piştî vê pêvajoyê binere ev zelal xuya dibe. Bi salan e Tirkiye ji nava krîzê derneketiye."
Unal, anî ziman ku Ocalan bi hewldana perspektefên Çareseriya Demoratîk, xwezt komployê pûç bike û wiha lê zêde kir: "Aktorê herî mezin ê demokratîk ku hewl da gelê Tirkiye ber bi gavên demokratîk ve bibe Birêz Ocalan e. Hem hewl da pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û atiyane de çareser bike, hem jî hewld da komploya navneteweyî pûç bike. Ocalan li dijî polîtîkaya komplo ya 'Winda bike winda bike', polîtîkaya 'Bi ser bikeve bi ser bikeve' pêş xist. Ev komplo li dijî pêşeroja civakan û gelan hatiye avakirin. Di salên 2013-2015'an de piştî hevdîtinên li Îmraliyê hêviyek pêş ket. Çareserî di Komara Demokratik re derbas dibe. Ji ber vê yekê di destpêka sedsala 21’an de divê komploya li dijî Ocalan li dijî pêşeroja demokratîk a gelê Tirkiye bê dîtin û qebûlkirin. Rejîma Îmralî pekî perguala NATO hatiye avakirin. Ji bo ev komplo pûç bibe, divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê bê bi destxistin. Divê hemû kesên ku demokratîkbûna Tirkiye dixwazin û dixwazin îstîkrara aborî û siyasî pêş bikevin vê yekê bixwazin.
Unal, bang li hemû eniya demokratîk kir û xwest ji bo têkoşîna demokratîk û pûçkirina komploya navneteweyî her kes bêtir hêza xwe bike yek û çalak bike. Yusufoglu, dîsa bang li îktîdara AKP'ê kir û xwest dawî li bêhiqûqiya pergala Îmraliyê bîne û xwest her kes li dijî komploya 9'ê Cotmehê têkoşîna demokratîk mezin bikin."