Li Licê gelek ajal mirin

  • 12:59 8 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Operasyona leşkerî ya ku li Licê dest pê kiribû didome. Hat diyarkirin ku li kuçeyên ku ketin û derketina wê qedexey ne gelek ajal mirine. 
 
Operasyonên leşkerî yên ku li Navçeya Licê ya Amedê dest pê kir didome. Welatiyan diyar kirin ku ew ji aliyê leşkeran hem hatine mexdûrkirin hem jî hatine tehdîtkirin. 
 
Welatiyên ku bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin diyar kirin ku wan ji bo nexweşiya ajalan gazî beytar kirine lê ji ber qedexeyê destûr nehatiye dayin. Hat diyarkirin ku ji ber beytar nikaribû biçûya cihên qedexe, gelek ajal mirine. 
 
Her wekî din hat diyarkirin ku li herêmê car caran dengê pevçûnê tê bihîstin.