Kongreya Star li Qamişloyê daxuyanî da

  • 12:39 8 Cotmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Di çarçoveya bûyerên kuştina jinan de Kongreya Star li Qamişloyêw daxuyanî da. 
 
Di çarçoveya bûyerên kuştina jinan de Kongreya Star li Qamişloyêw daxuyanî da. Di destpêkê de qetilkirina du jinê li Girkê Legê hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêvereberiya Kongreya Star Rojda Alî hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Jin her roj rastî kuştin, şiddet û îşkeceyê tên. Ev yek jî di encama zihniyeta baviksalarî de pêk tê. Mêr jinê wekî milkê xwe dibîne û zilmê li jinê dike. Naxwazin jin xwe pêş bixin, her dixwazin jin koleyê wan bin. Jinên ku nabin kole jî tên qetilkirin. Li dijî vê yekê banga me ji hemû jinan heye ku destên xwe bidin hevdu û li berxwe bidin. Divê hemû raya giştî li dijî komkujiyên li ser jinan bi hestiyarî tev bigerin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.