'Gurbetellî Ersoz rastiya me bi me da naskirin'
- 11:38 8 Cotmeh 2018
- Rojane
Devrîm Arjîn Amed
QAMIŞLO - Rojnamger Ozgur Serhat diyar kir ku Gurbetellî Ersoz a ku taybetmeniya wê ya herî girîng moral û motîvekirina kesan bû, ji tevahiya rojnamgeran re mîraseke mezin hiştiye û jinên rojnameger bi rastiya wan daye naskirin.
Gurbetellî ersoz a ku di sala 1995'an de li gundê Zîver ê Xerpêtê hat dinê di ser ji destdayîna jiyana wê re 21 sal derbas bû. Gurbetellî a ku di serdema herî tarî ya Tirkiyeyê de gerînendetiya gişît ya weşanê kir, mîrasa xwe emanetî bi sedan jinên ku îro li pey heqîqetê ne kir.
Ozgur Serhat a ku li Qamişloyê rojnamgeriyê dike ku di sala 1996'an de Gurbetellî nas dike derbarê wê de wiha dibêje: "Taybetmendiya wê ya herî girina moral û motîvasyon bû. Min cara yekê ew di sala 1996'an de dît. Gelek bi moral û bi hêz bû. Taybetmendiya wê ya berbiçav jî heskirina welat û mirovan bû. Ji têkilîdanîna bi mirovan re û ji sohbeta bi wan re gelek hez dikir. Dema ku min pê re sohbet dikir min dizanibû ku ez ê gelek tiştan jê hîn bibim. Wekî ji navê wê jî tê nasîn ji ber ku li ser axa xwe ne jiyaye navê wê Gurbetellî danîne. Ji ber wê tişta ku herî zêde Gurbetellî girîngî didayê axa welatê wê û têkiliya bi mirovên li ser vê axê re bû. Piştre min diyalogên wê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan re jî xwendin. Tişta girîng ji bo Gurbetellî welatê wê, mirovên li ser vê axê û xwezaya welatê wê bû."
'Ji bo jinên rojnamger mîraseke girîng hişt'
Ozgur di berdewamiya axafitina xwe de diyar kir ku wê ji bo jinên rojnameger ên kurd kevneşopiyeke mezin hiştiye û wiha berdewam kir: "Ji bo rojnamegereke jin xebat gelek zahmet bû wê demê. Me ji rojnamgerên mêr bêhtir zahmetî dikişand. Ji bo me Gurbetellî çavkaniya cesaretê bû."
Ozgur got ku rojnamegerên li bakurê Sûriyeyê bi mîrasa ku ji Gurbetellî dewr gitin xwe d rojnamgeriyê de bi pêş xisitn û wiha got: "Em ji Gurbetellî hîn bûn ku ku ji bo rojnamgeriyê divê ked bê dayîn. Em li Bakur, Başûr , Rojava û li Rojhilat li gel hemû êrîşên dewletê jî li pêş in û xebata xwe ya rojnamegeriyê berdewam dikin. Li Bakur li gel hemû êrîşên dewletê rojnamgerên jin karê xwe bi awayekî serkeftî dimeşînin. Li Rojava jî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi hêzeke mezin li ber xwe dan. Jinên rojnamgerê îro li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin. Em wekî rojnamgerên jin di xwazin heqîqetê bi azadiya jinên rojnameger re bikin yek."