Li Stenbolê jinekê jiyana xwe ji dest da
- 09:38 8 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Li Uskudarê di jêrzemîna avahiyekê de agir derket û Sabiha Haymeci jiyana xwe ji dest da. Du kes jî dibin bandora dûmanê de man.
Li Navçeya Uskudara Stenbolê ji ber sedemek nediyar saet di 04.00 de li jêrzemîna avahiyekê agir derket. Ji ber agirê ku derket jina bi navê Sabiha Haymeci jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Sabihayê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn, Perwerde û Numuneyê ya Haydarpaşayê.
Hat diyarkirin ku derbarê agirê ku derketiye de lêpirsîn hatiye destpêkirin.