Meclîsa Îştarê cejna Êzidiyan pîroz kir
- 09:27 8 Cotmeh 2018
- Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cudî) cejna Êzidiyan a Cimahî pîroz kir.
Meclîsa Îştar a li Wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cudî) cejna Êzidiyan a Cimahî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Êzidî xwedî çandek gelek kevnar e û divê hemû kes li vê çandê xwedî derkevin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hemû zordestî û fermanan Êzidiyan çanda xwe parastine û divê di nava hestên yekîtiyê de mafên Êzidiyan bên parastin.