'Komploya 9'ê Cotmehê Felsefeya Rêber Apo ji gelan qut nekir'
- 09:05 8 Cotmeh 2018
- Rojane
Rojda Seyidxan
QAMIŞLO - Endama Buroya Têkliyên Diplomasê ya Kongireya Star a Kantona Qamişlo Nejbîr Teyar derbarê Komploya 9'ê Cotmehê de nerîna xwe anî ziman û got:" Felsefiya Azad a Rêber Abdullah Ocelan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dîsa ronî da."
Di derbarê Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat destpêkirin, Endama Buroya Têkliyên Diplomasiyê ya Kongireya Star Nejbîr Teyar nerîna xwe anî ziman. Nejbîr komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got:" Komploya li ser Rêber Abdullah Ocelan li ser tevahî gelê aşîtîxwaz e, bi pêşengtiya Rêber Apo pêşketin çêbû. Rêber Apo gihştina asta îdolojî û fikrî, xeta felsefiya azadî û wekheviyê ji gelan re nîşan da û bi fikrê xwe gel hişyar kirin."
'Naxwazin riya rast nîşanî gelan bê dayîn'
Nejbîr di berdewamiyê de wiha got;"Sedema vê komploya li dijî Rêber Apo ew e ku tu dewlet naxwazin kesekî riya rast ji gelan re nîşan bide ye. Ji ber ku her kes ji Felsefeya Rêber Apo ditirsiya, loma komployek bi vî rengî li dijî Rêberê me pêk anîn. Rêber Apo ew kese ku felsefiya jiyana azad, exlaq û polîtîk, pergala Netewa Demokertîk danî holê ye."
'Şoreşa Rojava berhema Rêber Apo ye'
Nejbîrê balkişand ser Şoreşa Rojava jî û wiha got:" Belê bi Komploya 9'ê Cotmehê Rêber Abullah Ocelan ji Sûriyê hat derxisitn, lê belê îro Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dîsa rihê Rêber Apo li vir zindî kir û bandora felsefiya azad a Rêber Apo di Şoreşa Rojava de careke din xwe da der."
Nejbîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan kir ku xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin.