Ciwanên HDP'ê pirsgirêkên xwe niqş dikin
- 16:38 7 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE/ÎZMÎR -Meclîsa Ciwanên HDP’ê, bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên ciwanan di konferansa li Enqerê û Îzmîrê de hatin gelhev.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Enqerê konferansa pêk anî û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Konferans li Navenda Giştî ya Partiyê pêk hat û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun beşdarî konferasnê bû.
Pankartên “Ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyek demokratîk serî hil de” û “Dawî çi dibe bila bibe dê mûhteşem be” bi salona konferansê ve hatin kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun di beşa konferansê ya ji çapemeniyê re vekirî de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Remziye , derbarê pirsgirêkên ciwan dijîn de jî axivî û wiha got: “Em weke HDP’ê li dijî pirsgirêkan têdikoşin û hewl didin çareseriyê pêş bixin.”
Piştî axaftina Remziye konferans ji çapemeniyê re girtî, berdewam kir.
'Pergal herî zêde êrîşî cieanan dike'
Li Îzmîrê jî ciwan bi dirûşma "Em xwe bi rêxitin bikin û azad bibin" hatin gel hev. Ji bo konferansa ciwanan ku hat lidarxistin parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek ciwan tevli bûn. Konferans bi sînevîzyonê hat destpêkirin û parlamenter Ayşe Acar Başaran jî a ku axivî diyar kir ku hêza ciwanan a ku civakê veguherînin zêde ye. Ayşe bal kişan ser tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji fikrên brêz Abdullah Ocalan ditirsin. Em bahsa tecrîdeke 20 sal e berdewam dike dikin. Tecrîd îro hatiye mayîndekirin. Brêz Oclana ê ku bi rola xwe ya di temsîliyeta wekhev a jinê ya li nava civakê tê zanîn tecrîda li ser tê meşandin jî divê ji rêzê neyê dîtin."