Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin
- 16:16 7 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ku di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya di pêşengiya TJA'yê de hat lidarxistin de axivî diyar kir ku tecrîd û bêhiquqiya li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin û got ku polîtîkayên tundiya li ser jinê jî girêdayî vê ne.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Stenbolê "Konferansa Rêveberiyên Herêmî" li dar xist. Di konferansa ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Stenbolê hat lidarxistin de, Parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajêr û gelek jin amade bûn. Axaftina vekirinê ya konferansyê ji aliyê Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê û parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat kirin .Dîlan bi pîrozkirina keça kurd a êzidî Nadya Murad ku xelata nobelê stend dest bi axafitina xwe kir û wiha got: "Têkoşînşîna jinan ev zîhniyet teşîr kir. Yek ji van jinên ku di vê têkoşînê de cih xwe girt jî Nadiya Murad bû. Em careke din Nadyê pîroz dikin.
Dîlan bal kişand ser çalakiya Dayikê Şemiyê ku her hefte li dar dixin û got ku Dayikên Şemiyê yên li gorên xizmên xwe digerin di heman demê de têkoşîna aştiyê jî didin. Dilan wiha berdewam kir: "Ev têkoşîna me ya heqîqetê ye. Lê mixabin vê îktîdarê careke din li gel kujeran cih git. Duh di çalakiya Dayikên Şemiyê de polîsan êrîşî parlamentera me Huda Kaya kir. Em vê êrîşê şermezar dikin. Li dijî vê hovîtiyê wê jin her bibin xewna wan a ku jê bi tirs şiyar dibin."
'Li dijî keda jinê êrîş'
Dîlan diyar kir ku dixwazin Faşîzmê mayînde bikin û wiha got: "Em bi îktîdareke ku dijminantiya jinê,gel û kedê dike re rûbirû ne. Destkeftiyên jinan ku bi têkoşîna bi salan bi dest xistin tên desteserkirin. Li gelek aliyan li ser ked, destkeftî û berxwedana jinê êrîş tê kirin. Îro bi hezaran jinên ku têkoşîna azadiya jinê dikirin di gîrtîgehan de ne. Bi milyonan jin hatin mexdûrkirin. Em dizanin pergala ku îro Erdogan dixwaze ava bike dîsa bi êrîşa li ser bedena jinê dixwaze ava bike. Lê îradeyeke jinê a ku nayê teslîmkirin heye. Berxwedana me ya li dijî qeyûmên ku destkeftiyên jinan desteser kirin ew ê berdewam bike û em ê van qeyûman bişînin cihê ku jê hatine."
'Divê Tecrîd bi dawî bibe'
Dîlan bal kişand ser tecîra li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û ev tişt got: "Birez Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an vir de di bin tecîrîdê de tê girtin. Bê hiqûqî û tecrîda ku li îmaraliyê tê meşandin tê xwestin ku li tevahiya Tirkiyeyê bê meşandin. Em îro li Tirkiyeyê bi bêhqûqî û tecrîdeke giran re rûbirû ne. Em baş dizanin ku ev tecrîd girêdayî şer e. Tundiya li dijî jinê ku tê kirin jî ji vê ne cudca ye. Em dixwazin ku ev tecrîd demildest bê rakirin û Ocalan azad bê hişitin. Em ê jin li dijî tecrîdê berxwedana xwe berdewam bikin. Kesên ku dixwazin têkoşîna jinê têk bibin bila li dîroka berxwedanê ya jinê binêrin û wiha tevbigerin."
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.