Rêvberiya xweser piştgiriya gelê Bakur ji Kobanê re bi bîr anîn
- 15:23 7 Cotmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ji bo roja piştgirya berxwedana Kobanê ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di 7'ê Cotmeha 2014'an de li Kobanê berxwedana sed salê li dijî Çeteyên DAIŞ’ê hat dayîn. Ji bo piştgiriya vê berxwedanê gelê bakurê Kurdistanê li sînorên Kobanê weke mertalên zindî mitîng li dar xistin. Her wiha bi sedan ciwanan berê xwe dan Kobanê û cihê xwe di nava şer de girtin. Bi armanca salvegera 4'emîn a vê piştgiriyê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên herêma Firatê li salona navenda xwe ya Kobanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Derve ya Rêveberiyê Gulê Hesen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di dîroka 15'ê Îlona 2014’an de terora cîhanî di bin navê DAIŞ’ê de berê xwe da herêma aştiyê Kobanê û êrîşeke hovane li ser gelê Kobanê hat kirin. Armanc qirkirina Gelê Kurd bû. Lê Gelê Kurd ê çar perçeyên Kurdistanê helwesta xwe nîşan dan û seferberi di nava gelê kurd û bi taybet gelê me yê bakurê Kurdistanê de hat kirin. Gelê bakurê Kurdistanê 7'ê Cotmeha 2014'an de daket qadan. Bi qêrîna dayikan Gelê bakurê Kurdistanê bi qîrîna dayikan peyamek ji hemû cîhanê re şand ku gelê Kobanê ne bi tenê ye û tevahiya gel xwe kirin mertalên zindî li ser sînor û bi dehan ciwanên kurd mil bi mil bi ciwanên Kobanê re di mewziyên rûmetê de cihê xwe girtinl ku bi dehan kes ji wan şehîd bûn. Em bi vê armancê wekî Rêveberiya Herêma Firatê spasiya xwe ji gelê bakurê Kurdistanê re dikin."