Li Kampa Berxwedanê sala nû ya dibistanan desit pê kir!
- 14:07 7 Cotmeh 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA- Endamên Komîteya Perwerdeyê ya KPC'ê derbarê sala nû ya dibstanê de li Kampa Berxwedanê nerînên xwe anîn ziman û got" Ji bo pêşeroja zarokên me, em ê her tiştî bikin, hovîtî û dagirkeriya li ser wan hatiye meşandin wê tû car hêza me neşkîne û wê zarok perwerdeya xwe bibînin."
Tevî hemû zor û zehmetiyên ku li kampan tên jiyîn zarokên Efrînê perwerdeya xwe ya bi zimanê kurdî berdewam dikin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) ya Herêma Efrînê li Kampa Berxwedanê sala nû ya dibistanê da destpêkrin. Di sala nû ya dibistanê de nêzî 450 xwendekar wê bên perwerdekirin û roj bi roj qeydên ji bo perwerdê ku berdewam dikin jî hejmara wan zêde dibe.
'Bi sedan xwendekar serlêdanê dikin'
Têkildarî vê mijarê Rêvebera Dibistên Kampa Berxwedanê ku di heman demê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) ye Şerîvan Oso axivî û diyar kir ku piştî gelê Herêma Efrînê ji êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê berê xwe dan Kantona Şehayê zarokên ku li Efrînê ji dibistanên xwe durketin li Şehbayê perwerdeya xwe berdewam dikin û wiha berdewam kir:”Me wekî wek KPC'ê îro li Kampa Berxwedanê desit bi sala nû ya dibistanan kir.
Di dibistanan de ji refa 1 heta refa amadehi nav tên girtin,nêzî 450 nav heta niha ji bo qeydan hatine gitin û rojana bi dehan xwendekar ji bo qeyda perwerdê serlêdanê dikin. Perwerde ya ku tê dayîn dzimanê kurdî, Îngilîzî û Fıranisî tê dayîn."
'Berxwedan berdewam e'
Mamosteya zimanê kurdî a bi navê Meryem Hebib ku axivî jî wiha got:" Ji ber ku cihê dibistanan ne amade bû vekirina dibistanan hinekî bi derengî ket.Tevî hemû şert û mercên zehmet ku gelê Efrînê û zarok li kampan dijîn berxwedana wan di hemû aliyan de berdewam e.”
'Tu hêz me ji ziman me nikare dûr bixe'
Herwiha xwendekara bi navê Fatme Muhemed û Hemîd Husên ku kêfxweşiya xwe anîn ziman jî wiha gotin:" Li Efrînê Erdogan û komn girêdayî wî bi balafirên xwe yên şer êrîşî dibistana me kirin û xera kirin. Lê ev nayê weteya ku em ê dev ji zimanê xwe berdin,raste em niha li Şehbayê dijîn lê em bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe dibînin, Erdogan wê tu carî nikaribe zarokên Efrînê ji zimanê kurdî durbixe."