'Rojnamegerên jin li dijî zayendperestiya di nava medyayê de bûn hêvî'
- 10:54 7 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Jinê ku gotin, " Li gel hemû tundiyê jinên rojnameger ên kurd her dem bûne dengê jinan" , diyar kirin ku jinên rojnameger ên kurd ên li dijî hemû tundî û komkujiyên dijmirovî sekîninîn ji bo tevahiya civakê û bi taybetî jî ji bo jinan bûn hêvî.
Piştî ku rojnamgera kurd Gerînendeya Giştî ya Weşana Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da ev roj wekî Roja Rojnamgerên Kurd ên Jin hat qebûlkirin. Jinên ku gotin "Jinên rojnameger ên kurd her bûne dengê jinan" diyar kirin ku ew ê piştgirin jinên rojnamger ên ku dengê wan li hemû qadan belav dikin bin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Amedê Salîha Aydenîz, Gurbet Ellî Ersoz bi bîr anî û wiha got: "Gurbet Ellî Ersoz bû deng û wicdanê jinan. Gurbetellî têkoşîna jinê ku li dijî zîhniyeta baviksalar dide bi pênûsa xwe tanî ziman û bi xeyala ku bibe dengê jinên cîhanê xebata xwe berdewam dikir."
'Tirkiye radestî hegemonyaya mêr hat kirin'
Endama Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) Mekiyê Guzel ku bal kişan d ser tundiya li dijî jinên rojnamger, diyar kir ku Tirkiye di warê tundiya li dijî rojnamegeran de di rêz yekemîn de cih digîre û ji vê tundiyê jî herî zêde jinên rojnameger bi bandor dibin. Mekiye di berdewama axafitna xwe de ragihand ku Tirkiye radestî hegemonyaya mêr hatiye kirin.
'Rojnamegeriya jin bûye hêviya civak û jinê'
Endama ÎHDA'a Îzmîrê Cemîle Karakaya jî bal kişnad ser Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd wiha got: "Jinên rojnameger ên kurd, li hemû qadên ku zîhniyeta baviksalar li wan serdest bû têkoşîna xwe berdewam kirin. Jinên kurd li dijî hemû tundî û zilma ku li jinan tê kirin û ya li dijî tevahî mirovahiyê bi pênûsa xwe rawestiyan û li ber xwe dan."
Yek ji berxwedêra Çalakiya Xizmên Windayan Akîbe SÎrek jî ev tişt got: "Çapemeniya azad her bûye dengê me xizmên winadayan. Li hemû cihên ku em li xizmên xwe geriyan me çapemeniya azad dît. Jinên rojnamger ên ku li gel dayikên me yên çalak ger rawestiyan û êşa wan guhdar kirin bi taybet bûn hêvî ji bo dayikan. Em bi vê hişmendiyê Roja Rojnamgerên Jin ên kurd li tevahî jinên rojnamger pîroz dikin."