'Gurbeteli hêviya têkoşînê ya qada rojnamegeriyê bû'

  • 09:07 7 Cotmeh 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Derbarê 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinê de xebatkara Ronahî Tv'yê Xezne Nebî diyar kir ku ew ê her heqîqetê bişopînin û ragihînin û got:"Gurbeteli hêviya têkoşînê ya qada rojnamegeriyê bû. Em ê dê rêya wê de biçin û her heqîqetê bişopînin û ragihînin."
 
Roja 7'ê Cotmehê şehadeta Gurbeteli Ersoz wekî Roja Rojnamegeriya Jinê tê pîrozkirin. Derbarê 7'ê Cotmehê de xebatkara Ronahî Tv'yê Xezne Nebî got:"Yek ji xalên herî sereke ew ku heqîqeta şoreşa jinê were ragihandine. Em ê jî her heqîqeta şoreşa jinê ragihînin."
 
Xezneyê got:"Dîroka ragihandinê û rojnamegeriyê gelek kevn e. Gurbeteli di warê keda rojnamegeriyê de gelek bi nirx e. Loma em hewl didin ku mîrateya wê bidomînin. Niha di nava xebatên çapemeniyê de bi sedan jin cihê xwe digirin û rêya Gurbeteli dişopînin. Her wiha dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Rojava kir me wekî rojnamegerên jin ên Kurd ji dil û can têkoşina ragihandina rastiyê kirin. Em ê her têkoşîna ragihandina rastiyê bidomînin."
 
'Gurbeteli hêviya têkoşînê ya qada rojnamegeriyê bû'
 
Xezneyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şehîd Dilîşan Îbiş û Şehîd Nûjiyan Erhan, Şehîd Deniz Firat  jî di warê ragihandina rastiyê û heqîqetê de canê xwe feda kirin. Em ê her şopdarê wan be jî. Gurbeteli hêviya têkoşînê ya qada rojnamegeriyê bû. Em ê dê rêya wê de biçin û her heqîqetê bişopînin û ragihînin. Yek ji xalên herî sereke ew ku heqîqeta şoreşa jinê were ragihandine. Em ê jî her heqîqeta şoreşa jinê ragihînin."