‘Dermanê çareserkirina pirsgirêkan Rêber Apo ye’

  • 09:04 7 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Şemrexê Husnugul Paslanmaz  di derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û bi lêv kir ku beriya çend salan maseya çareseriya ku hatibû avakirin ji hêla dewletê ve hatiye hilweşandin. Husnugul, diyar kir ku divê maseya çareseriyê îro careke din bê avakirin.   
 
Ji 11’ê Îlona 2016’an de tecrîdek giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin û her ku diçe tecrîd giran dibe. Her wiha ji 5’ê Nîsana 2015’an vir de serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve tê red kirin. Têkildarî mijarê de Hevseroka HDP’ê ya Şemrexê  Husnugul Paslanmaz axivî  û anî ziman ku  îktîdarê bi girankirina tecrîdê rejîma yek mêrî xwestiye ava bike û  got:"Dermanê çareserkirina pirsgirêkan Rêber Apo ye."
 
‘Maseya çareseriyê nehat hesabê Tayyip Erdogan’
 
Husnugulê, di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku demek dirêj e li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û haya wan ji tendûsristiya wî tune ye. Husnugulê, da zanîn ku dewlet nahêle parêzer û malbata Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin û wiha got: “Ji ber tecrîd li ser Serok giran bûye em ji tendûristiya wî bi fikar in. Ez jî wek jinekê dixwazim ku Serokê me di demek nêz de azad bibe. Daxwaziya me hemû jinan ev e. Em di nava pêvajoyek  gelek girîng de bûn û maseya çareseriyê hatibû danîn. Lê dewlet şûna ku li ser maseyê rûnê maseya çareseriyê hilweşand. Maseya çareseriyê nehat hesabê  Tayyip Erdogan. Wê demê ji ber maseya çareseriyê hatibû danîn pêvajo gelek xweş derbas bûbû. Piştî wê pêvajoyê hilbijartinek çê bû. Di wir de dewletê dît ku kurd bêtir xurt dibe loma maseya çareseriyê hilweşand. Piştî wê pêvajoyê tecrîda li ser Serok giran kirin, qayim tayînî şaredariyan hat kirin dest danîn li ser şaredariyan. Piştî girankirina tecrîdê hevserok, hevşaredar û siyasetmedarên me yên kurd hatin girtin. Ev pêvajo îro bi vî hawî dest pê kir û îro jî berdewam dike.”
 
‘Piştî tecrîda li ser Serok girantir bû, rêjîma yekmêrî jî derket holê’
 
Husnugulê, bi lêv kir ku tiştê tê kirin neheqî û bêhiqûqî ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Edalet li vî welatî de tune ye. Em dixwazin ku di demek nêz de ji pirsgirêkên vê pêvajoyê re çareserî bê dîtin û demokrasî bê dîtin. Mafê Serok e ku bê berdan. Mafê me jî heye ku em azadiya Serok bixwazin. Em kurd in, em dev ji xebatên xwe bernadin. Ji bo Serok azad bibe divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha piştî tecrîda li ser Serok girantir bû, rêjîma yek mêrî jî derket holê. Bi vê rejîma yekmêrî ve me kurdan tune hesibandin û şer dane destpêkirin. Em ne li hêla şer in, em li hêla azadiyê ne. Em dixwazin ku di demek nêz de ev şer bi dawî bibe. Ji ber ku em êdî naxwazin xwîn birije û dayîkên me bigirîn. Tu dayik şer naxwaze. Ev îro tiştê ku tê meşandin qirêjî ye û ew îro li ser vê qirêjiyê dijîn. Ew dixwazin rejîma yek mêrî bînin meydanê û kurdan tune bikin. Lê belê em ê rê nedin vî tiştî. Bi salane li dijî me kurdan êrîşên bi vî hawî tên kirin, lê belê gelê kurd tu carî li ber neyaran serî netewand. Berovajê wê li dijî zilmê serî rakirin. Bi salane  sedema berdewama vê  têkoşînê jî Serok e. Ji ber ku îro gelê kurd bi felsefeyên Rêber ve xwe zana kirine.”
 
‘Tayyip Erdogan dixwaze bi şer îktîdara xwe ava bike’
 
Husnugulê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew dixwazin di demek nêz de parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi helwestek dijhiqûqî îro nahêlin ku bi Serok re hevdîtin bê kirin û lewra jî em jê agahî nikarin bigirin. Çareseriya vê pêvvajoyê di destên Serok de ye. Rusya û Tirkiye îro dest dane hev û şer dane destpêkirin. Ji ber hevkariya Rusya û Tirkiyeyê em wan şermezar dikin. Şer ne çareserî ye, şer mirin û kuştin e. Îktîdar bi vê rejîma yekmêrî ve şer da destpêkirin û bi vî şerî dixwazin welat bikin qada şer. Tayyip Erdogan dixwaze bi şer îktîdara xwe ava bike.  Ew dixwaze ku hemû biryar di bin destên wî de bin. Lê cihanek wer tune ye. Em ê nehêlin ku bigihîje armanca xwe. Dermanê vê pêvajoyê li ger Serok e.”
 
‘Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
 
Husnugulê, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew wek siyasetmedar û gel dixwazin ku maseya çareseriyê careke din bê avakirin û li dora wê kom bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe mezin bikin.”