'Dê komplo bi vîn û hêza azad a gelê Kurd negihêje armanca xwe'

  • 09:01 7 Cotmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo derbarê komploya 9'ê Cotmehê de got:"Dagirkirina Efrînê berdewamiya Komploya 9'ê Cotmehê ye. Dê komplo bi vîn û hêza azad a gelê Kurd negihêje armanca xwe."
 
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo derbarê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de got:"Bi komploya navneteweyî hat xwestin ku bingeha fikra netewa demokratîk bê hilweşandin. Lê em ê li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo parastina fikra netewa demokratîk her di nava hewldanê de bin."
 
Eliya Oglo diyar kir ku bi milyonan Kurd li dijî komployê li ber xwe dide û got:"Armanc ew bû ku gelê Kurd û Rêber Apo bi saya komployê ji hev bên qutkirin û aştî û azadî pêk neyê. Rêber Apo her dem ji bo azadiya hemû gelan li ber xwe da û vê yekê didomîne. Bi rengekî xurt têkoşîna li dijî komployê tê meşandin. Ji ber ku dewletên navneteweyî li dijî komployê dengê xwe dernexistin ew jî hevkarê Tirkiyeyê ne. Bila tu carî ev yek neyê jibîrkirin ku gelê Kurd dê tu carî bejna xwe li ber komplogeran netewîne û ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe bidin."
 
'Di şexsê Efrînê de xwestin komployê bidomînin'
 
Eliyayê da zanîn ku gelê Kurd li dijî komplo û faşîzmê, şoreşên mezin li dar xistine û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Kurd bi şoreşên mezin li dijî faşîzmê her li berxwe dane û li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd jî li berxwe didin. Di şexsê Efrînê de xwestin komployê bidomînin. Lê ew ê negihêjin armanca xwe. Bir her cureyên şidetê êrîşî gelê Kurd dikin. Ramanên Rêber  Apo dê her zindî bimîne û li dijî komplogeran têkoşîn dê mezintir bibe. Bi komploya navneteweyî hat xwestin ku bingeha fikra netewa demokratîk bê hilweşandin. Lê em ê li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo parastina fikra netewa demokratîk her di nava hewldanê de bin."