ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2018'AN
- 09:00 7 Cotmeh 2018
- Rojev
*Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo derbarê komploya 9'ê Cotmehê de got:"Dagirkirina Efrînê berdewamiya Komploya 9'ê Cotmehê ye. Dê komplo bi vîn û hêza azad a gelê Kurd negihêje armanca xwe." DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’ê ya Şemrexê Husnugul Paslanmaz di derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û bi lêv kir ku beriya çend salan maseya çareseriya ku hatibû avakirin ji hêla dewletê ve hatiye hilweşandin. Husnugul, diyar kir ku divê maseya çareseriyê îro careke din bê avakirin. DÎMEN HEYE
*Derbarê 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinê de xebatkara Ronahî Tv'yê Xezne Nebî diyar kir ku ew ê her heqîqetê bişopînin û ragihînin û got:"Gurbeteli hêviya têkoşînê ya qada rojnamegeriyê bû. Em ê dê rêya wê de biçin û her heqîqetê bişopînin û ragihînin."DÎMEN HEYE
*Gurbetellî Ersoz a ku got ‘Heta hawêra jiyana zad neyê afirandin divê xwîn û canê min tunebe’, 32 sal temenê xwe bi lêgerîna azadiyê derbas kir. Gurbetellî di têkoşîna azadiya jinan de wek beşa ewil a romana azadiyê têr û tije jiya. BI DÎMEN
*Yek ji damezerînera Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç di cîhana wêjeyê ya nivîskarên jin tune tên hesibandin de, rêxistinbûna jinê wek hebûn nirxand û got: “Her tiştê em dixwînin pergala baviksalariyê ji nû ve ava dike.” BI DÎMEN
* Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Neşe Toprak diyar kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên li ser ciwanan, ew dikarin bi rêxistinbûnê bersivê bidin û ji bo rêxistinbûna di bin sîwaneya Ciwanên HDP’ê de bang li ciwanan kir. BI DÎMEN
*Parlametnera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wih agot: “Li dijî binpêkirina mafan tişta pêwist ku divê em bikin, dengê ku girtî nikarin derbixin divê em der bixin. Ji ber vê li dijî hemû zextan rêxistinbûna derxistina dengê hevpar divê.” BI DÎMEN