Kongreya Star li Kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyanî da
- 15:38 6 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - Kongreya Star li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da.
Kongreya Star li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Endamên Kongreya Star, Endamên Koordînasyonên hemû navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantonê Arîn Elî ve hatexwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Wekî tê zanîn ku Rêber Apo bi kompleyek navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Em di serî de vê yekê şermezar dikin. Serok Apo li Girava Îmraliyê bêyî pîvanên hiqûqî tê darizandin û di nava şerd û mercên dijwar de bi her şêwazên îşkenceyê rû bi rû tê hiştin. Hemû cîhan li dijî vê yekê bêdeng dimîne. Di şexsê Serok Apo de hemû gel ten tecrîdkirin. Êrîşên li ser Efrînê jî berdewamiya komployê û tecrîda giran e. Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe û cîha li dijî vê yekê dawî li bêdengiya xwe bîne.
'Heval Ûmut ji bo Rêber Apo bedena xwe da ber agir'
Heval Ûmut ji bo mîmarê aştiyê ji bo Serok Apo bedena xwe da ber agir. Em dibêjin ku em ê şopdarê doza lehengên wekî Heval Ûmut bin. Heta ku Rêber Apo û Efrîn azad nebe em ê her di nava çalakiyan de bin û li berxwe bidin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.