Nadîa Mûrad: Ez vê xelatê li ser navê Kurdan digirim
- 15:29 6 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nadîa Mûrat a ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dilgirtin a layîkê Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin, diyar kir ku ew vê xelatê bi Iraqiyan, Kurdan, bindest û mexdûrên tundiya zayendî yên hemû cîhanê re parve dike.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an, ji ber xebatên bi armanca astengkirina tecawîzê ya weke çekekê di şerdê tê bikaranîn diyarî Dr. Jinekologê Kongoyî Denîs Mukwege û parêzvana Mafê Mirovan a Êzidiyan jina Kurd Nadîa Mûrad hatibû kirin. Nadîa Mûrat piştî girtina xelatê daxuyanî da û wiha got: “Ev ji bo min rûmet mezine. Ez xelatê diyarî hemû nasname û baweriyên bindest dikim. Ez vê xelatê bi Iraqiyan, Kurdan, bindest û mexdûrên tundiya zayendî yên hemû cîhanê re parve dike.”
Nadiayê, diyar kir ku hê jî hezar û 300 jin û zarokên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û wiha bilêv kir: “Tenê ji bo jin, zarok û kêmneteweyên din ên zilm li ser wan tên kirin, ji bo jiyanek hê baştir sînordar nemîn in. Ne ji bo şer, rê dayîna mirovahiyê û ji bo pêkanîna vê divê bênavber kar bikin.”
Parazvana Mafê Mirovan ên Kurdan Nadia Mûrat a 25 salî, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û ew jî weke bi hezaran jinên Êzidî rastî tudiya fîzîkî û zayendî hatibû. Nadia piştî ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe, ji bo Komkujiya Êzidiyan bê naskirin, dest bi têkoşînê dike.