Remziye Tosun: Li dijî faşîzmê em ê jiyanek azad û wekhev ava bikin

  • 13:17 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Em xwe birêxistin bikin em azad bibin" li Wanê konferans li dar xist. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun di konferansê de axivî û got:"Li dijî faşîzmê em ê jiyanek azad û wekhev ava bikin."
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê bi dirûşma ''Em xwe birêxistin bikin, em aza bibin' konferans li dar xistin. Konferasê eleqeyek mezin dît. Konfrerans li avahiya Navçeya Ertemêtanê ya Wanê hat lidarxistin. Li eywana Konferansê pankartên "Ciwan li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin", "Em jiyana azad bi keda jinê birêxistin dikin", "Em ê komkujiya li dijî jinê rawestînin, em ê jiyanê azad bikin tecrîd dê têk biçe dê azadî bi ser bikeve" hatin aliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Rêxistinên Navçeyê yên HDP û DBP'ê, Aktivistên TJA'yê, Endamên KCD û gelek kes beşdarî konferansê bûn. Konfrerans bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun axivî. 
 
'Kurd têkoşîna demokrasî û mirovatiyê dide'
 
Remziye got:"Em di pêvajoyek gelek dijwar de derbas dibin. Li dijî polîtîkayên îmhayê û înkarê em têdikoşin. Kurd têkoşîna demokrasî û mirovatiyê dide. Loma Îktidar jin û ciwanan bi taybet dikin hedef. Heta ku ciwan baş neyên famkirin û neyên parastin dê ev civaka azad nebe. Ciwan ên ku keşif dikin û serî hildidin e. Ji bo jiyanek azad û demokratîk pêdivî ji rêxistinek hevpar heye. Yên ku dikarin vê yekê bikin rihê civantiyê ye. Teşeyê fikirandina civantiyê ye."
 
'Tecrîd bandora xwe li her derê dike'
 
Remziyeyê di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:"Hêza ciwantiya ji rêxistinbûyînê tê. Sîstem ji bo îktidara xwe li ser piyan bihêle polîtikayên faşîzmê dixin meriyetê. Li dijî ciwanan bêtir vê polîtîkaya faşîzmê bi kar tîne. Di heman demê de tecrîd bandora xwe li her derê dike. Ev tecrîda di serî de li ser ciwanan tê kirin. Loma ev tecrîda dê ji aliyê ciwanan bê şikandin. Dê rihê ciwantiyê pêşî li faşîzmê bigire. Li dijî faşîzmê em ê jiyanek azad û wekhev bi ciwanan re ava bikin."
 
Piştî axaftina Remziyeyê konferansê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.