Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin

  • 12:11 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Di çarçoveya operasyona navenda wê Enqerê de, polîsan bi ser mala malbata Ethem Serisuluk de girtin û dinava kesên hatin binçavkirin de nivîskar Temel Demîrer jî heye.
 
Di çarçoveya operayona Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin de, polîsên di saetên serê sibê de li Enqerê bi ser gelek malan de girtin. Hat diyarkirin ku welatiyên bi navê Asli Bayramoglu û Heval Elçî hatin binçavkirin. 
 
Di heman demê de, polîsan bi ser mala malbata Ethem Sarisuluk ê li Kizilay di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin de jî girtin. Polîsên li malê lêgerîn kirin, gotin ku ew li Mûstafa Sarisuluk ê li Ewropayê dijî digerin. 
  
Di çarçoveya operasyona Enqereyê de, polîsan bi ser mala nivîskar Temel Demîrer de jî girtin û binçav kirin. Demîrer ê li Stenbolê hat binçavkirin, dê bînin Enqerê. 
 
Hat diyarkirin ku dibe ku hejmara binçavkirinên parêzeran zêdetir bibe.