2 mêrê ku jina asteng bi îstismarê rû bi rû hiştin hatin girtin

  • 11:42 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - 2 mêrê ku li Navçeya Bagcilarê jinek asteng bi îstismara zayendî rû bi rû hiştin hatin girtin. 4 kes jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan. 
 
Jina bi navê A.M ku li Navçeya Bagcilar a Stenbolê dijiya û ji sedî heftê astengiya mejî pê re heye, di 30'ê Îlonê de ji aliyê hinek kesên ku ketin mala wê hate tecawizkirin. A.M ji xwişka xwe re rave kir ku ew bi tecawizê rû bi rû maye. Piştî giliya ku hat kirin bi saya kamerayên ewlehiyê nasnameya 6 mêrî hat diyarkirin. 6 mêrên ku navnîşanên wan hatin diyarkirin hatin binçavkirin.
 
Piştî karên li Muduriyeta Şubeya Asayişê bersûcên ku sewqî edliyeyê bûn G.O. û M.D. hatin girtin. 4 kes jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.