Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê

  • 09:18 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê bi xwendina encamnameya komxebatê bi dawî bû.
 
Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna nêzî 200 çalakvan û hiqûqnasên jin ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê di bin dirûşma "Ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra bingehîn de li ser bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk" komxebatek hate destpêkirin.
 
Di komxebatên piştî gotûbêjkirina qanûnên rewşên sivîl, qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên girêdayî jinan hatin nîqaşkirin.
 
Ev beş ji aliyê çalakvan Etiya Yûsif ve hate şîrovekirin.
 
Etiya di destpêkê axaftina xwe de got: "Têkoşîna li hemberî hişmendiya paşverû û pêkanîna wekheviya di navbera herdu zayendan de erkeke dikeve ser milê her kesê ku li herêmên Rêveberiya Xweserriya Demokratîk jiyan dike, mafê jin e ku rêxistinên siyasî, civakî, aborî û parastina rewa ava bikin."
 
Her wiha nirxanên beşdaran jî li ser mijarê hebûn.
 
Di beşê dawî de ku aliyê Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate şîrovekirin qala merheleyên qaûnên Sûriyeyê ji destpêka hatin damezirandin heya roja îro hate kirin, paşê jî mijara daxwazên danîna qanûnên nû ji bo jinan di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
 
 Di dawiya nîqaşan de enamnameya komxebatê ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Komxebatê Stêra Qasim ve hate xwendin.
 
Encamname wiha ye:
 
" Di bin dirûşma "Ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra bingehîn de li ser bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk" Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê di 5‘ê Cotmeha 2018‘an li bajarê Kobanê bi beşdarbûna nêzî 200 çalakvan û hiqûqnasên jin ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hate lidarxistin.
 
Mijarên ku di komxebatên de hatin nîqaşkirin:
 
Mijara yekemîn: Hevpeymanên navneteweyî û biryarên navneteweyî der barê jinan de, ji aliyê parêzer û çalakvan Înam Niyof û Sîham Qeryo ve hate şîrovekirin.
 
Mijara duyemîn: Rewşa jinan di zagonên kesayetî ya Sûriyeyê de, ji aliyê parêzer Xedîce Îbrahîm ve hate şîrovekirin.
 
Mijara sêyemîn: Zagonên jinan di Rêveberiya Xweser de, ji aliyê parêzer Etiya Yûsif ve hate şîrovekirin.
 
Mijara çaremîn: Daxwaza destûrekê ji bo jinên Sûriyeyê, ji aliyê Lîna Berekat û Insaf Silîtîn ve were şîrovekirin.
 
Tevlêbûna beşdaran bi nirxandin û pêşniyarên xwe komxebat dewlemend kir.
 
Komxebatê daxwaza danîna destûrekê ji bo jinên Sûriyeyê di destûra bingehîn a nû de hate kirin, her wiha komîteyeke xebatê li ser asta Sûriyeyê ji bû lidarxistina komxebat û panêlan de hate avakirin."