‘Rojnamegerên jin ên Kurd bi pêngavên xwe ji jinên cîhanê re dibin mînak’

  • 09:10 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Rojnameger Nevîn Cerav diyar kir ku rojnamegerên jin ên Kurd bi pêngavên xwe yên wêrek û hewldana têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re dibin mînak. Rojnameger Kumru Başer jî bi lêv kir gerînendeya giştî ya ewil a Tirkiyeyê ya jin Gurbetellî Ersoz e û ev jî ne tesaduf e û got: “Ez têkoşîna rojnamegerên jin ên Kurd a di qada nûçegîhaniya jinê de bi heybet dibînim. Ev deskeftiyên jinan e.”
 
Rojnameya Ozgur Gundemê di 26’ê Nîsana 1993’an de bi dirûşma ‘Rastî wê di taritiyê de nemînin’ dest bi jiyana weşana xwe kir û di rojnameyê de Gurbetellî Ersoz dest bi xebatê kir, li Tirkiyeyê yekem jina gerînenderiya giştî cihê xwe girt. Gurbetellî ku di kevneşopiya çapemeniya azad de xwedî kedek girîng e, li dijî zimanê serdet ê çapemeniya mêr jî di nûçegîhaniya li ser esasa jinê tê çêkirin de bû pêşeng. Gurbetellî têkoşîna xweya li dijî zîhniyeta serdest a mêr a 5 hezar salî bi pênûsa xwe da û li dijî feraseta yekparêz ya demê jî têkoşîna xwe bi pîşeya rojnemgeriyê vegot, nûçegîhaniya jinan a alternatîf jî anî cihekî girîng.
 
Gurbetellî bi xeyala ku bibe dengê jinên Kurd û hemû jinên cîhanê xebatên xwe meşand û hem ji jinên Kurd hem jî jin rojnameger re mîrateyek mezin hişt. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da û jinên Kurd pênûsa wê li erdê nehiştin û 7’ê cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz dike. Rojnamegerên jin ên Kurd ên mîrate û têkoşîna Gurbetellî dewr girtin, bi pêngavên wêrek jî jinên cîhanê re dibin çavkaniya îlhamê.
 
‘Rojnamegerên jin ji du alî rastî zextan tên’
 
Nevîn Cerav a di rojnameya Yenî Yaşam de rûpela jinê amade dike, diyar kir ku li welatên wek Tirkiyeyê rewşa jinan zehmet e û got: “Di vê civakê de rewşa me jinên rojnameger zehmetir e. Rojnamegerên jin ên Kurd têkoşînek zehmetir didin. Wek rojnameger wek jin zehmetiyan qat bi qat dijîn. Gelek cureyê şîdeta mêran hene. Li Tirkiyeyê şîdet her diçe zêde dibe. Rojnamegerên jin bi taybet dema li herêmê dixebitin ligel van şîdeta li kargeriyê jî rastî zextan tên.”
 
‘Bi têkoşînên xwe dibin mînak’
 
Nevînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên Kurd her wiha bi zextên dewletê re jî rû bi rû dimîne û rastî zext, tehdîd û tacîza polîsan tên û ev tişt anî ziman: “Ji bo min taybetiya herî girîng a van jinan, têkoşîn û cesareta wan e. Jinên Kurd ên rojnameger parçeyek kevneşopiya çapemeniyê ne û gelek pêş ketine. Gelek wêrek û têkoşer in. Ev min kêfxweş dike. Baş e ku em heman pîşeyê dikin. Bi pêngavên xwe yê wêrek mînak in. Ev wisa ne hêsan e. Ji ber vê ez feyzê ji wan digirim.”
 
‘Pêngavek şoreşger e’
 
Rojnameger Kumru Başer jî diyar ki ku rojnamegerên jin ên Kurd bi giştî di çapemeniya Kurd de cihekî wan ê xurt heye û di kevneşopiya Ozgur Gundemê de jî rojnemerên jin ên gelek xurt hene. Kumru bi lêv kir ku ev jin di mijara şikandina zayendperestiyê ya di çapemeniya Tirk de di eniya pêş de ne û di vî alî de Gurbetellî Ersoz jî gerînendeya giştî ya jin e û ev jî ne tesaduf e. Kumru wiha berdewam kir: “Lê di salên dawî de jinên Kurd hewl daye çapemeniyek jinan bide afirandin û jiyandin. Ev li gorî min pêngavek şoreşger e. Rojnamegeriya jinan a Kurdan di çend salên dawî de serkeftinek mezin dest xistine. Di 2016’an de min di çarçoveya piştevaniya ‘nobeta nûçeyan’ de li Amedê 10 rojan nobet girt. JINHA di vê mijarê de qadek gelek bi bandor bû.”