'Piştî Gurbeteli Ersoz artêşek çapemeniyê hat avakirin'

  • 09:05 6 Cotmeh 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Gurbeteli Ersoz di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd tê pîrozkirin. Rojnameger Amara Bawer a ku li Bakurê Sûriyeyê di nava xebatên çapemeniyê cihê xwe digire got:"Gurbeteli êdî ne yek e ew bi sedan kes e. Loma piştî Gurbeteli Ersoz artêşek çapemeniyê hat avakirin. Şoreşa Jinên Rojava mînaka vê yekê ya herî ber bi çav e."
 
Gurbeteli Ersoz yekemîn gerînendeya giştî ya weşanê ya Tirkiyeyê ye û wê mîrateyek girîng ji bo rojnamgerên jin ên Kurd hişt. Gurbeteli Ersoz di 7'ê Tîrmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Dîroka ku Gurbeteli jiyana xwe ji dest daye wekî Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd tê pîrozkirin. 
 
'Ew êdî ne kesek e, bi sedan kes e'
 
Şopdarên doza rojnamegeriya Kurdî yek jê Amara Bawer a ku li Sûriyeyê rojnamegeriyê dike ye. Xwişka Amarayê di îlona 2016'an de jiyana xwe ji dest da. Amaraya ku diyar kir Gurbeteli pêşenga jinên Kurd ên rojnameger e got:"Gelek xebatkarên çapemeniyê Gurbeteli nedîtine lê di bin bandora keda wê de mane û hatine heta vê rojê. Piştî Gurbeteli Ersoz artêşek çapemeniyê hat avakirin. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan jin di şopa wê de xebitîn. Mînaka vê yekê ya berbiçav jî Şoreşa Rojava û xebatên jinê ye. Şehîd Eylul Nuhilat, Şehîd Ruhenda, Şehid Şîlan dûmahiyênên Gurbeteli ne. Dema ku em dibêjin çapemeniya Kurd di destpêkê de Gurbeteli tê bîra mirov."
 
'Ew hezkiriyê welatê xwe bû'
 
Amarayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min Gurbeteli nedît lê li gor lêkolînên min kir ew jinek gelek jêhatîbûye û ji welatê xwe gelek hez dikir. Xwedî kesayet jixwebawer bûye. Ew hezkiriyê welatê xwe bû. Em ê jî şopdarê doza wê bin û her hezkirina welat û têkoşîna ji bo welat di dilê xwe de zindî bihêlin."