'Ji çavên Sakîneyê yê tije hêvî min feyz girt'
- 09:02 6 Cotmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Jina bi navê Ferîde Mustefa ya ku bi salan e di nava tevgera azadiyê de xebatan dimeşîne diyar kir ku ji bo azadî mîsoger bibe yekîtî pêwist e û got:"Yekîtî jêderka azadî û aştiyê ye."
Ferîde Mistefa ji Efrînê ye û di sala 1982'an de di nava xebatên tevgera azadiyê de cihê xwe girt û li dijî zihniyeta dagirker berxwe da. Ferîde ya ku bi salane ji bo parastina mafên Kurdan li ber xwe dide got:"Li dijî hêzên dagirker û desthilatdar xebat û têkoşîna hevpar divê esas bê girtin. Li ser esasa yekîtiyê divê xweparastina rewa û têkoşînek giştî bê kirin."
'Ji çavên Sakîneyê yê tije hêvî min feyz girt'
Ferîdeyê da zanîn ku wê di dema xebatên di nava tevgera azadiyê de hevdîtin bi Sakîne Cansiz re pêk anîye û wiha got:"Têkoşîna me ya li dijî faşîzmê û dagirkeriyê her dem bi awayekî berfireh domand. Di vê çarçoveyê de dema ku me hevdîtin bi Sakîne Cansiz re pêk anî min ji çavên Sakîneyê yê tije hêvî feyz girt. Ew jinek têkoşer û serbixwe bû. Em ji ronahiya çavên wê hînî têkoşînek hevpar û wekheviyê dibûn. Loma her dem min girîngî da yekîtî û wekheviyê. Min loma girîngî da têkoşînek ku li ser esasên yekîtî û wekheviyê hatine avakirin."
'Tevgera azadiyê guhertinek mezin di civakê de çê kir'
Ferîdeyê da zanîn ku bi naskirina tevgera azadiyê di kesayet û fikrê wê de guhertin çê bûye û wiha domand:"Berî ku ez tevgera azadiyê nas bikim fikrên min û nêrîna min a li cîhanê cuda bû. Lê dema ku min tevgera azadiyê nas kir nêrîna min berfirehtir bû. Tevgera azadiyê guhertinek mezin di civakê de jî çê kir. Loma hest û nêrînên civakê yên di warê azadî û aştiyê de geştir û berfirehtir bû."
'Tecrîda giran a li ser Rêber Apo divê bi dawî bibe'
Ferîdeyê di heman demê de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tecrîda giran a li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe bandorek erênî li ser gelê hemû cîhanê kiriye û ji bo aştî û azadiyê têkoşiyaye. Divê hemû gelên cîhanê li têkoşîna Rêber Apo xwedî derkevin û li dijî tecrîda giran derkeve. Dewleta tirk ji bo aloziya di nava xwe de veşêre hem Efrîn dagir kir hem jî şerê xwe yê taybet ê li dijî Kurdan li ser her çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Loma ji bo ev bi dawî bibe divê di nava gelê Kurd de tifaqek hevpar bê avakirin. Yekîtî jêderka azadî û aştiyê ye. Li dijî hêzên dagirker û desthilatdar xebat û têkoşîna hevpar divê esas bê girtin. Li ser esasa yekîtiyê divê xweparastina rewa û têkoşînek giştî bê kirin."