KCDP: Di meha Îlonê de 45 jin hatin qetilkirin
- 17:12 5 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Platforma Em Kuştina Jinan Rawestînin, diyar kir ku di meha Îlonê de 45 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 27 jin jî bi êrîşa zayendî re rûbirû mane.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rayestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê qetilkirina jinan de aşkere kir .Di raporê de hat diyar kirin ku 45 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û ragihand ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û tundiya zayendî berdewam dike.
Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî meha borî kuştina jinan zêde bûye û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: "Di vê mehê di nav bûyerên kuştinê de 11 mirinên bi gûman heye,12 jin jî nehat tespîtkirin ku ji ber çi hatine kuştin û 13 jin jî ji ber ku xestine derbarê jiyana xwe de biryarê bidin hatine qetilkirin. Herwiha hat diyarkirin ku ji wan 13 jinan 6 jê jî bi bahaneyên rewşa aborî hatin qetilkirin. Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kê ve tên qetilkirin, darizandinek adîlane neyê kirin, kesên gûmanbar bi cezayên ji rêzê bên darizandin û wê tundî jî bi hemû hêza xwe bê berdewamkirin."
'Krîza aborî nikare ji bo tundiyê bibe bahane'
Di raporê de hat diyarkirin ku vê carê jî bi bahaneya krîza aborî êrîşî jinan tê kirin û di dirêjiyê de wiha hat gotin: "Buhabûnê betalî her ku diçe zêde dibe û mirov tên deyndarkirin; Ji ber vê jî îstîhdama jinan her roja ku diçe kêm dibe û krîza aborî ji bo qetilkirina jinan ku wekî bahane tê pêşiya me nayê qebûlkirin."
'Êrîşa zayendî a li dijî zarokan berdewam dike'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gotî meha tebaxê êrîşa zayendî a li dijî zarokan zêde bûye û wiha hat gotin: "Divê li vê qadê derbarê parastina zarokan de istatistîk bên derxistin û pergala agahdariyê bê pêşxistin; li gorî van istatistîkan divê gav bên avêtin û ji bo zarokan edalet bê pêkanîn. Ji ber ku ev gav nayên avêtin êrîşa zayendî ya li dijî zarokan tê bincilkirin û tundiya li zarokan tê kirin jî zêde dibe. Di meha Îlonê de 27 jin bi êrîşa zayendî re rûbirû man, lê hejmara rastîn zêdetir e. Jinên ku bi êrîşê re rûbirû mane 18 ji wan êrîşkaran nas nakin. 6 jin li malê, 18 ji wan li kolan, nexweşxane, dibistan û otobusan de, yek jî li ser medya civakî bi êrîşê re rûbirû ma. O.D. ya ku ji aliyê patronê ve bi tundiya zayendî re rûbirû ma hewl da întîhar bike. Piştî bûyerê êrîşkar hat girtin. Mêrê bi navê Îhsan A., du jinên li kêleka xwe di otobusê de tacîz kir; Li ser giliyê hat kirin kesê tacîzkar hat girtin."
'